• DOLAR 32.454
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2477.434
  • ...
Niştina 8emîn ê Doza Yasîn Boru didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Enqerê di niştina 8emîn a Doza Yasîn Boru û hevalên wî dihatin darizandin didome.

Di 6-7ê Cotmeha 2013an de di êrîşên ku bi bi hinceta Kobaniyê hat lidarxistin ji teref PKKê ve Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz hatibûn qetilkirin. Di bergeha vê doza ku li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Enqerê de tê dîtin 19ê wê girtî bi tevahî 41 kes tên darizandin.

Hat ragihandin ku hêj jî hinek belgeyên ku tê xwestin negihiştiye destê lijneya mehkemê. Îfadeyên ji bersûcên girtî Abdulvahap Turan, Ahmet Ay, Ridvan Baş, Hasan Aldemîr û Cîhan Yildiz ên ku girtîne sîstema SESBÎSê hat sitandin.

Her wiha gelek bersûc Tirkî mudefanameyên xwe dan û yên wekê Ahmet Tura jî bi hinceta ku wergerkerên wan nehatine mudefanameyên xwe nedan. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir