• DOLAR 32.524
  • EURO 34.849
  • ALTIN 2426.935
  • ...
Zarokên Sûriyeyî yên ku çavên wan nabînin li benda alîkariyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Musalliyê ku li Heleba Sûriyê dijiya, ji ber ku li Sûriyê şerê navxweyî derket mecbûr ma ku koçî Diyarbekirê bikweû hat li Diyarbekirê bi cî bû.

Malbata ku li Taxa Kaynartepeya navçeya Baglara Diyarbekirê xanî bi kirê kir, bi berhevkirina naylon,poşet û kartonan hewil dide debara xwe bike.

Hîşam Musallî  di derbarê mijarê de destnîşan kir ew berî vê 3 salan hatine Diyarbekirê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “3 lawên min ên bi navê Hamza(7), Tahir(12) û Muhammed Nûr(14) hene.Çavên her sêyan jî nabînin.Ez di warê mesrefên tenduristiyê yên wan de zehmetiyê dikşînim.”

Musallî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li welateke xerîb heyat gelek bi zehmet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min li Sûriyê hemaltî dikir.Ez û  4 zarokên xwe bi hev dijiyan.Ji ber şerê navxweyî  berî vê 3 salan em mecbûr man bên Diyarbekirê.3 zarokên min hêj wextê hatin dinyayê çavên wan nedidîtin.Me wan bire nexweşxaneyan, lê fede nekir.Ji me re gotin ku tedawiya nexweşiya wan nîne.”

Musallî di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Ez li Sûriyê di kirê de bûm.Min li wê derê bi şiklekî debara xwe dikir.Lê belê li vê derê gelekî bi zehmet e.Ez naylon, karton û poşetan berhev dikim û debara xwe dikim.Mala min bi kirê ye.Mehana 250 lîre didim kirê.Hemd ji halê me re. Xêr jê ye û yê ku dengê me dibihîze jî ew e.Em hemû tiştî ji wî hêvî dikin.Ez ji kesên xêrxwaz  hêvî dikim ku ku alîkariya zarokên min bikin.Lawê min biçûk şîr vedixwe.Îxtiyaca me bi şîr û kirê heye.”

Hîşam Musalîm di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ew li dijî musîbetan her tim sebir dikin û ji hikûmetê alîkariyê teleb dikin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir