Otomobîl teqle avêt: 4 birîndar
Di qezaya ku li navçeya Hezoya Êlihê pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Gundê Degirmendereya Hezoya Êlihê otomobîlek teqla avêt, di qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.Haşîm Guler û 3 kesên din ên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê.
Hat hînbûn rewşa birîndaran baş e.(ÎLKHA)