• DOLAR 32.602
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2498.144
  • ...
Ji ber qelebalixa vegera eydê  seferên pêvek hatin destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel xelasbûna tatîla Eyda Qurbanê, li Termînala Otobusan a Navbajêran qelebalixa vegerê dest pê kir.Rayedarên acenteyan diyar kirin piştî ku tatîla 9 rojî bi dawî bû re ji ber ku hemwelatî ketin rêya vegerê, li otogara Entabê bû sedema qelebalixeke mezin.Kesên rayedar her wiha diyar kirin ew ji bo vegera rêwiyan li ber telebe rêwiyan re nagihijin.Ev teleba vegera encax bi seferên pêvek ên ku tên vekirin dikarin bên tedarikkirin.

Di derbarê mijarê de rayedarê firmayekê Ercan Babur agahiyan parve kir û wiha axivî: “Li otogarê qelebalixeke cidî heye.Ji ber ku xwendevan vedigerin mektebên xwe, vegera kesên ku ji bo betlaneyê hatine û destpêka mekteban otobus têra rêwiyan nakin.Di vî warî de zehmetiyek heye.Lê belê rêqiyên me mexdûr nabin.Lewra em ji îtayac bên tedarikkirin seferên pêvek tertip dikin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir