• DOLAR 32.568
  • EURO 34.871
  • ALTIN 2431.435
  • ...
HUDA PAR esnafê ku dikanên wan zirar dîtin ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mehdî Oguz, Serokê Bajêra Wanê Rasîm Saygin û gelek partiyî di Îda Qurbanê de dikandarên ku dikanên wan di êrîşa bombeyî ya PKKê de zirar dîtin ziyaret kirin.

Di dema ziyaretê de Oguz ji dikandarên ku dikanên wan di êrîşa bombeyî ya PKKê de zirar dîtibûn re silametiyê xwest û destnîşan kir ku ev êrîşên ku tên kirin nayên qeîbûlkirin.

Di dema ziyaretê de dikandaran jî destnîşan kirin ji ber êrîşê dikanên wan gelekî zêde zirarê dîtine û wiha pê de çûn: “Me erdehejek jiya, erdhej taqdîra Xweda ye, ji bo me ev ne xem e.Lê belê ew tiştên ku ji ber êrîşa bombeyî pêk hatin me gelekî xemgîn kirin.Bi rastî ev êrîşa ku di Îda Qurbanê de hatiye kirin ne ya qebûlkirinê ye.Di vê êrîşê de dîsa kesên mexdûr zehmetiyê kişandin, mezlûm birîndar bûn.Yanî tu eleqeya wan bi dozê re nîne.”

Piştî axavtina dikandaran Oguz jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev yek bela serê Mislimanan e.Di vê pêvajoyê de dê Misliman pêwîst e  tefekur bikin, ka sedema vê musîbetê çiye?Ger ku bi vî awayî bê tefekur kirin dê çareserî pêk bê.Heke na Xweda vê yekê dibîne.Xweda muhletê dide lê îhmalê nade.Li vê derê wezîfeyeke mezin dikeve ser milên me.Pêwîst piştî vê yekê em rewşa xwe biguherînin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir