• DOLAR 32.584
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2488.838
  • ...
"Medya wan kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin nabîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên ku naskirîyên xwe yên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ziyaret kirin di derbarê mijarê de destnîşan kirin çapemeniya navnetweyî xwe ji van mexdûriyetan re ker,kor û lal dikin  û balan kişandin li ser piştguhkirina mexdûrîyeta camîayên Îslamî.

Beyaz Demîrala ku dêya Kamîl Demîralî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir lawê wê bi komplo û kumpasan hatiye girtin û ev 4 sal e ku di girtîgehê de ye.Dê Demîral bang li Serokomar û Serokwezîr û daxwaz kir ku mexdûriyetên wan ji rastê bên rakirin.

Ji malbatên mexdûr Nurgul Yetîşa ku xanima Mustafa Yetîşî ye jî di derbarê mijarê de ragihand mêrê wê bi kumpasan FETO ev bû 6 sal di girtîgehê de ye.Nurgul Yetîş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev zilm ev bû 6 sal ku berdewam dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji dewletê efûyê naxwazin, em edaletê dixwazin.Bila êdî vê mexdûrîyeta me bibînin û dawiyê lê bînin.Bila darizandinekê nû û bi edilane bikin.”

Bi heman awayî kesên bi navê Ozlem Alpaydin û Husna Kalana ku naskirîyên wan mehqûm in di derbarê mijarê de destnîşan kirin naskirîyên wan ji teref FETO ve bi kumpas û komployan hatine mexdûrkirin, ew ne efûyê edaletê dixwazin, medya wan kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin nabîne.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir