• DOLAR 32.576
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2429.519
  • ...
Hevdîtina girtîgehê ya malbatên mahqûman hat astengkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên ku bi seatan li têketina bajêr hatin sekindin di derbarê mijarê de destnîşan kirin berî niha ji wan re xeber hatiye dayîn hevdîtina vekirî heye, lê belê wanan li têketina bajêr bi seatan sekinandine û dû re ji wan re destûr nehatiye dayîn da ku biçin hevdîtinê.

“Me li ser asfaltê bê av û bê nan bi seatan dan sekinandin”

Dê Erzane Cana ku diçû ziyareta lawê xwe yê bi navê Kadrî Can di derbarê mijarê de destnîşan kir ji wan re destûr nehatiye dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya îdê ji me re gotin ku hevdîtin heye.Ji ber vê yekê me jî haziriya xwe kir û em ketin rê da ku em biçin Şernexê.Lê belê di wê xala ewlehiyê ya ku li têketina bajêra Şernexê hatiye danîn tam 9 seatan me dan sekinandin.Digel vê halê me êxtiyarbûyî bi seatan li ser wê asfaltê me bê av û bê nan dan sekinandin. Em perîşan bûn.Bila ji Xweda bitirsin.”

 “Ez bi kêfxweşî ketim rêyan, lê bi xemgînî vegeriyam”

Dê Can di berdewama axavtina xwe de ragihand ev bû nêzî salekê ku wê lawê xwe nediye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev bû nêzî salekê ku min lawê xwe nediye. Vê îdê em kêfxweşbûn.Lewra me zen kir ku ez lawê xwe bibînim.Lê dîsa çênebû.Dema ku em çûn me dan sekinandin. Ji seat 06.00an heta 15.00an me di rêzê de dan sekinandin.Ez bi kêfxweşî ketim rêyan, lê bi xemgînî vegeriyam.Heta ez gihame malê giriyam.Xweda heqê me ji wan re nehêle.”

Di derbarê mexdûrîyeta ku pêk hatiye de Xeyriya Şînagoya xanima Zekî Şînago jî destnîşan kir dema ku ew çûne ziyaretê bi seatan di xala ewlehiyê de hatine sekinandin û ev kiryara ku li wan hatiye kirin zilm e, em digel zarokan tevde perîşan bûn.

Her weke ku dê bê bîran Edîbe Işika ku xwest ji ber minasebeta Îda Qurbanê mêrê xwe Celal Işikê ku ev 16 sal mehqûm e ziyaret bike ji teref îdareya Girtîgeha Tîpa Tyê ya Sîwerekê ve jê re destûr nehat dayîn da ku bi mêrê xwe re hevdîtinê bike.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir