• DOLAR 32.377
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2325.628
  • ...
 44 eyd e ku çavê wê li rêya lawê xwe ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dê Kadrîye Ozbey di derbarê lawê xwe yê ku berî vê 22 salan di Îda Qurbanê hat girtin de wiha axivî: “Roja îdê lawê min girtin, îda me kirin şîn.Xweda heqê me ji wan re nehêle.Seîdê min dixwend û însanekî çeleng bû.Efendî û bi edeb bû.Dîsa wek îro îd bû, ji nişka ve bi şidet li derî dan.Dema ku me derî vekir, me polêsan li hemberî xwe dît.Em şaş man.Polêsan ji min re gotin ev lawê te ye?Çawa ku min got belê, lawê min girtin û wî birin.”

“Ji ber îşkenceyên ku kiribûn min lawê xwe nas nekir”

Ozbey di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir lawê wê nêzî mehekê di bin binçaviyê de maye û gelek lê îşkence hatine kirin.Ozbey dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê FETO lawê  min girtin û wî avêtin nezaretê.Nêzî mehekê îşkence lê kirin.Piştî mehekê lawê min nîşanî min dan, lê belê ji ber îşkenceyên ku hatibûn kirin min wî nas nekir.Serê wî mezin bûbû, bedena wî werimîbû,dinanên wî ketibûn.Tu sûcê lawê min nîn bû.Kesên ku van tiştan kirin zilamên FETO bûn.”

 “Em heqê xwe li wan kesên ku van tiştan anîne serê me helal nakin”

Ozbey di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir lawê wê ev bû 22 sal ku di girtîgehê de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em heqê li wan kesên ku vê yekê anîne serê me helal nakin.Lawê min ji min re got ku ‘Çavên min girtî bûn, qelemek dan destê min û bi zorê îmze bi min dan avêtin.’  Lawê min ji ber ku dîndar bû wî girtin û îşkence lê kirin.”

 “Emrê min bi çûyîn û hatina girtîgehê derbas bû, êdî bese”

Ozbey di dawiya axavtina xwe de diyar kir lawê wê bêsûc e û heta niha tu kes di derheqê wî de gilîdarî nebûye.Ozbey dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew dozger, polês û hakimên ku zilamên FETO bûn ceza dan lawê min.Lawê min ji min re digot ku daye zilamên FETO ceza dan min.Em teleb dikin ku lawên me berdin.A niha li girtîgea Şernexê ye.Ev 6-7 meh ku min lawê xwe nediye.Xweda heqê me li ba wan nehêle.”(İLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir