• DOLAR 32.37
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2325.351
  • ...
Partiyiyan HUDA PARê ziyatret kirin û îda hev pîroz kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyetên partiyan ên ku Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kirin ji teref Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û Serokê Bajêra Enqereyê  Reşat Uşar hatin pêşîwazîkirin.

Di ziyareta ku hat kirin de Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr destnîşan kir ji bo tesîskirina edaletê  divê gavên pêwîst bên avêtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew rih û biratiya ku piştî teşebûsa darbê pêk hat divê bê mihafezekirin û ev yek ji siyaset, civak û qadên din re jî bê qezenckirin.Ev zafer a xelkê ye û teqez divê ev yekîtî û digelheviya xelkê bê tehqîmkirin.”

 “Ew kesên ku ji teref dozger û hakimên ku hatine girtin ve hatine mexdûrkirin hêj di girtîgehan de ne”

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir malbatên wan kesên ku mexdûrên FETO û 28ê Sibatê ne ji şexsê wan alîkariyê teleb  dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di rojevê de hêviyeke mezin heye ku ev mexdûriyet bên rakirin.Divê ev hêvî bê bersiv neyên hiştin û dengên wan bê bihîstin.Lewra Ew kesên ku ji teref dozger û hakimên ku hatine girtin ve hatine mexdûrkirin hêj di girtîgehan de ne.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir