• DOLAR 32.383
  • EURO 35.107
  • ALTIN 2326.38
  • ...
 "Pêwîst e di rojeva Mislimanan de wehdet hebe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew cara ewil beşdarî pîrozbahiya îdê ya li Diyarbekirê dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nava çend seatan de bi sedan kesî re eyda hev dû pîrozkirin tiştekî xweş e.Xweda ji wan kesên ku vê bernameyê tertîpkirine razî be. Bi wesîlê ez eyda temamê birayên xwe û eyda ummeta Îslamê pîroz dikim.”

 “Dema ku Misliman ji yekîtiyê dûr dibin zihîn tên îşxalkirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de daxwaz kir ku eyd bibe wesîleya yekîtiya Mislimanan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji teref hemî kesî tê zanîn ku Îda Qurbanê di warê yekîtî û digelheviyê de gelek peyamên girîng dihewîne.Îxtîmal e ku Misliman ji yekîtî, digelhevî û ji îqlîma biratiyê dûr bibin; lê dema ku belav dibin jî dikevin halê roja me.Hinek heremên girîng ên erdnigariya me dikevin bin îşxalê, li cihên ku ne din bin îşxalê de ne jî, zihîn dikevin bin îşxalê, zarokên ummetê berê silehan didin hev, bi hev dû re şer dikin.Ev yek jî li gor menfeata emperyalîstan e.Em ji Xwedê hêvî dikin ku ev eyd bibe wesîleya yekîtî û wehdeta ummetê.Pêwîst e ew însanên ku li Arafatê dibin yek wê yekîtiyê li cihên din jî bidomînin.”

 “Pêwîst e di rojeva Mislimanan de wehdet û digelhevî hebe”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de ji Mislimanan teleb kir ku wehdeta ummetê têxin asta yekemin a rojeva xwe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez ji vê derê dixwazin nesîhetekê li birayên xwe yên Misliman bikim.Ji bo Xwedê îttîhad, yekîtî û wehdeta ummetê têxin asta jêr a rojeva xwe.Pêwîst e di rojeva temamê Mislimanan de ev hebe.Ev yek ne dûr e, lewra bi hezaran xalên me yên mişterek hene.Dibe ku em hinek mijaran de wek hev nefikirin.Ew kesên zana dikarin di dorhelên munasîb de van nîqaş bikin, lê dema ku cahil nîqaşa vê yekê dikin şer derdikeve.Rebbê min me ji vê rewşê xelas bike.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir