• DOLAR 32.56
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2429.679
  • ...
Alîgirên PKKê êrîşê karkerên ku walîtî wan wezîfedar kiribû kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êliha ku bi Qerarnameya di Hikmê Qerarnamê de ji şaredariya wê re hat tayînkirin ji teref kesên PKK/HDPyiyan ve êrîş li karkerên paqijiyê yên ku walîtî wan wezîfedar kiribû hat kirin.

Lı Êlihê piştî ku qeyyûm ji şaredariyê re hatibû tayînkirin ji teref walîtiyê ve karker hatibûn wezîfedarkirin da ku navenda bajarê apqij bikin. Ji ber vî yekê Îdareya Taybet a Rêbej û Bajaran dest bi karê paqijiyê kir.

Karkerên ku li taxên Cumhuriyet û Şafakê çopan berhev dikirin di dema paqijiyê de 20-30 kesên ku dihat diyarkirin HDP/PKKyî ne bi keviran êrîşên wan kirin.

Hat gragihandin ku di encama êrîşê de hinek kes birîndar bûne û camên wesayîtan şikestiye. Birîndaran rakirine Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê.

Her wiha hat diyarkirin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir