• DOLAR 32.639
  • EURO 35.239
  • ALTIN 2504.485
  • ...
Li malbatên mexdûrên FETO yên li Nisêbînê ziyaret hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê GÎKê Yê HUDA PARê Mahmut Kilinç, Serokê Bajarê Mêrdînê Şeyhmus Akman, Serokê Navçeya Artukluyê Îsmaîl Çevîk û lijneya pêre malbatên mexdûrên FETO yên li Nisêbînê ziyaret kirin.

Kilinçê endamê GÎKê yê HUDA PARê piştî ku Saziya Navçeya li Nisêbînê ziyaret kir bi malbatên mexdûr ên di girtîgehê de ne re hevdîtin kir.

 “Xweda ji we re deriyên xêrê veke”

Kilinçê ku di ziyaretê de tek û tek guhdariya malbatan kir diyar kir ku dê ew wek partî mexduriyeta wan a ku ji teref FETO ve pêk hatine û di encama vî yekê de gelek însan mexdûr bûne bînin ziman.

Kilin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî hewldana 15ê Tîrmehê derket holê ku bi geblek hîle û planan însan hatine mexdûrkirin. Me bihîst ku ciwanên Misliman 20-27 salin ku di girtîgehê de ne. Em hatin da ku em guhdariya mexdûriyetê we bikin da ku em hikûmet, serokkomar û hemî Tirkiyeyê ji vî yekê xeberdar bikin. Tu kes nikare mexdûriyeta 22 salan telafî bike. Lê qet nebe bila êdî ji vir pê ve tu kes mexdûr nebe. Wek HUDA PAR dê em mexdûriyeta we li her platformê bînin ziman.”

 “Ev însan mexdûrên PKKÎ FETO, Ergenekon, Balyoz û yê dewletê ne”

Kilinç diyar kir ku di herêma me de gelek mexdûriyet çêbûne. Dûvre Kilinç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însanên dîndar mexdûrên PKKÎ FETO, Ergenekon, Balyoz û yê dewletê ne. Me vê yekê berê jî taniya ziman. Lê di derbarê vî yekê de dewlet wek bawerî dudilî bû. Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê rûyê van ên tarî derket holê.”

 “Ez di rêya girtîgehê de nexweş ketim”

Kadriye Ozbeya dayîka Saît Ozbeyî diyar kir ku lawê wê di sala 1994an de hatiye binçavkirin û ev 22 sal e ku di girtîgehê de ye. Dûvre Ozbey ragihand piştî ku lawê wê hatiye binçavkirin 15 roj jê xeber nehatiye sitandin. Her wiha dayîk Kadriye destnîşan kir ku di heyama binçaviyê de gelek îşkence li lawê wê hatiye kirin. Ozbey diyar kir ku lawê wê hêj di girtîgehê de ye û ji teref FETO ve hatiye mexdûrkirin.

 “Ji me re qumpas hat lidarxistin”

Ramazan Keskîn diyar kir ku kekê wî Azîz Keskîn di sala 1994an de ji ber ku dîndar bû di encama qumpasên cûr bi cûr yên ku hatin lidarxistin de hatiye girtin û û hemî sûc bi zora îşkenceyan hatine qebûlkirin. Keskîn diyar kir kesên ku qumpasan li dar xistibûn piştî hewldanê hatine girtin. Keskîn diyar kir piştî ku eşkere bû da ku van qumpasan FETO lidarxistiye mijara darizandina ji nû ve hatiye rojevê û ev mijar ji wan re bûye hêvî.

 “44 îd e ku em hêstir dirêjin”

Dervîş Canê bavê Kadrî Canê girtî diyar kir ku mexdûriyeta wan FETO pêk aniye. Dûvre dê Erzane Can diyar kir ku ew 44  îd e ku hêstir dirêjin. Dê Can diyar kir ji ber ku lawê wê dîndar bûye hatiye girtin û ji ber vî yekê ew qet poşman nîne. (ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir