• DOLAR 32.351
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2308.823
  • ...
Yapicioglu: Yasînek çû, bi hezaran Yasîn hatin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê di derbarê kampanyaya qurbanê ya bi navê ‘Yasîn Qurbanan Belav Dikin’  û di derbarê mehqûmên mexdûrê 28ê Sibatê û FETO de nirxandinan kir û destnîşan kir ‘  Yasînek çû, bi hezaran Yasîn hatin.’

“Em ê jî goştê qurbanan belav bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bi bîr anî ku ew jî pêşmalka ku sîmgeya Yasîn Boru li ser bûn li xwe kiriye û goşt belav kiriye.Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda ji wan kesên ku vê kampanyayê dane destpêkirin razî be.Sala borî belavkina goştê qurbanan a bi pêşmalka Yasîn Boru hebû û em jî tevlî bûn.Înşaallah vê îdê jî dîsa di dêla Yasîn û hevalên wî de dê gelek xort goştê qurbanan belav bikin.Înşallah em ê jî bibin ji wan kesên ku dê goştê qurbanan belav bikin û em ê teşwîqî vê yekê jî bikin.”

 “Yasînek çû, bi hezaran Yasîn hatin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bûyerên 6 û 7ê Cotmehê yên ku bi bihaneya Kobaniyê hatibûn derxistin nirxand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Înşaallah di temamên îdan de ev şehîd dê bên bibîrxistin.Dibe ku ev wehşet ji bo dayîna tirsê û ji bo vegerindina vê rêyê ya wan kesên ku van xizmetan dikin hatibe kirin.Lê belê ev tişt berawajî bû.Yasînek çû, bi hezaran Yasîn hatin û dê ew heta qiyametê di bîran de bin.Karên ku wanan kirine dê her tim bidomin.Înşaallah ev kerwan de naraweste.”

“Bi deh hezaran însan bi qerarên daraza ku bi îdeolojîk e û ji edaletê dûr e bûn mehqûm”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev bû ji 20 salî zêdetir di girtîgehê de mahqûm hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro ji teref wê FETOya ku ji teref civatê ve wek organîzasyona terorê tê binavkirin gelek mexdûriyetên mezin bi wan kesên ku di xebatên Îslamî de di pêş de bûn hat jiyanadin.Her wiha di qadên din de jî ji bo pêşiya xwe vebikin gelek kesan mexdûr kirin.Bi hezaran, belkî jî bi deh hezaran însan bi qerarên daraza ku bi îdeolojîk e û ji edaletê dûr e bûn mehqûm.Me xwest ku li ser navê van kesan qurbanekî ser jê bikin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir