• DOLAR 32.367
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2325.211
  • ...
Malbatên mexdûr ên li Qoserê partiyên siyasî û STKyan ziyaret kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mexdûr ên ku ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve dûçarê zulmê bûne di bergeha ziyaretan de Serokatiya Qoserê ya AK Partiyê, hinek STKyan ziyaret kirin û daxwaziya darizandinekî adilane ya ji nû ve kirin.

Malbatên mexdûr di bergeha ziyaretan de Serokê Qoserê ya AK Partiyê Faruk Kiliç, Serokê Hîkmet-Derê Mela Alî Ozguç û Nûnerên navçeyê yên Egîtîm-Bîr-Senê Tarik Yilmaz dîtin. Di ziyaretê de wan qala pirsgirêkên xwe kirin.

Kiliç, Ozguç û Yilmazên ku malbatan pêşewaz kirin diyar kirin kû ew ji mexdûriyeta wan agahdar in û dê di derbarê mijara mexdûriyeta wan de çi ji destê wan were dê ew bikin.

Burhan Aydin li ser navê malbatên mexdûr daxuyanî da. Aydin destnîşan kir ji bo ku ew mexdûriyeta kesên di encama qumpasan de hatine girtin bine ziman bi partiyên siyasî û STKyan re hevdîtin kiriye.

Aydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku mexdûriyeta însanên belesebeb di girtîgehê de hatine girtin were çareserkirin di bergeha vî mijarê de ji bo ku agahî bidin Saziyên Civakên Siwîl, partiyên siyasî û rîsipiyên civakê û pişgiriya wan hilbigirin wan ziyaret dikin. Heke di civakê de edalet zirarê bibîne ew civak li ser piyan namîne.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir