• DOLAR 32.324
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2299.689
  • ...
Esnafê Sûrê bendewarê îdên kevin e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Esnafê Sûra Diyarbekirê ya ku ji ber sazkirina berîqet, vedana çalên ku ji teref PKKê ve hat vedan û her wiha ji ber qedexeya derve mexdûr bûne destnîşan kirin ku wek esnaf ew bendewarê îdên qurbanê yên kevin in.

Esnafê Sûra Diyarbekirê diyar kir ku ji ber şerên çendîn meh domîn wek esnaf ew pirr mexdûr in. Esnaf diyar kir ku rêjeya karên wan ji sedî 90 ketiye û êdî tu kesî nayê herêma Sûrê.

Ahmet Aktayê ku di Çarşiya Sîpahî ya Tarîxî de esnaftî dike karê wam gor îdên ku derbas bûne pirr ketiye. Aktay diyar kir ku bûyerên herêmê pişta esnafê Sûrê tewandiye. Dûvre Aktay wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber şerê ku li Herêma Sûrê qewimiye tu kesî êdî naxwaze were wir. Bûyerên ku li herêmê diqewime gel diltirs dike. Em di pêvajoyekî wisa de ne ku dawiya wê nediyar e. tu esnaf naxwaze ku karê wê wiha bibe. Hawîrdor çiqas bi aram bibe esnaf ew qas karê xwe baş dike. Gel dixwaze ku dawî li van bûyeran were.

 “Em dixwazin ku sozên hatine dayîn were tetbîqkirin”

Aktay diyar kir ku esnafê ji ber şerên herêmê pir mexdûr e. Aktay dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê kar li vir pirr baş bû. Lê ji heyama şerê pê ve gel pirr mexdûr bûye. Rewşa gelemperê esnaf pir xedar e. Em nizanin ku dê ev pakêt pêk were.Daxuyanî tên. Em nizanin ku dê pakêt kengî  were tetbîqkirinê. Em dixwazin ku sozên hatine dayîn were tetbîqkirin, “

Galîp Gîrîşenê ku li Kolana Xeziyê dikanekî cil û bergan vekiriye. Ji ber wê diyar kir ku ew nizane wek esnaf çi bike.

“Ji ber şerên ku par di îdê de derketin eşyayên min di destê min de ma”

Gîrîşen diyar kir ku ji ber şerê navçeyê malên wî yên par di destê wî de maye.  Dûvre Gîrîşen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Firotin tune. Yanê pirr kêm e. Hûn rewşa sûkê dibînin. Li navçeya Sûrê esnaf pir mexdûr in. Firotin ji sedî 90 ketiye. Esnaf nizane gelo dê çi bike. Ji ber şerên ku par di îdê de derket eşyayên min ên di dezgehê de di destê min de ma. Niha jî min dezgaha xwe vekiriye. Lê heta niha min 3 tîşort firotiye.”

“Di îdên berê de em qet vala nediman, em her tim dixebitîna”

Ahmet Bozkurtê ku temîrkeriya pêlavan dike diyar kir ku ji ber şerê navçeya Sûrê êdî tu kes nayê wir. Dûvre Bozkurt wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em nikarin tu tiştî bifroşin. Gel êdî nayê herêma Sûrê. Em bendewarên îdên berê ne. Di îdên berê de em qet vala nediman, em her tim dixebitîna. Carinan me wext nedidît ku em xwarin bixwin. Gel ditirse ku dê şer derkeve. Ji ber vî yekê dernakeve derve. Ji ber vî yekê em jî nikarin tu tiştekî bifroşin.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir