• DOLAR 32.547
  • EURO 34.915
  • ALTIN 2429.427
  • ...
Kontrolên demdirêj ên ku di xalên ewlehiyê de tên kirin xelkê mexdûr dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hezexa Şernexê ya ku lê hêj qismen qedexeya derketina derve berdewam dike  kesên ku dixwazin têkevin navçê, piştî ku wexteke dirêj di xalên lêgerînan de tên sekinandin re encax dikarin têkevin navçê.Ji ber vê yekê xelkê ku dixwaze têkeve navçê bi seatan di vê xala lêgerînê de tên sekinandin ku ev yek jî dibe mexdûrbûna xelkê.

Nexasim gundiyên ku ji gundên   derdorê ji bo îxtiyacên xwe dixwazin bên navçê di xala lêgerînê ya li têketina navçê de bi seatan tên kontrolkirin ku ev yek jî dibe sedema rêza wesayîtan.

Lêgerîna wesayîtan birêkûpêk nayê kirin

Xelkê heremê ji ber ku bi seatan di bin wê germehiya nêzî 40 dereceyan de tên sekinandin ji rewşê re bertek nîşan dan  û destnîşan kirin wezîfedarên li xala lêgerînê hindik in û lêgerîn bi şikleke birêkûpêk nayê kirin.

Tedbîrên ewlehiyê divê nebin sedema  eziyetê

Hemwelatiyên ku ji ber pêvajoyê bifikarin , nexwastin ji mîkrofanan re biaxivin, lê bang li kesên rayedar kirin da ku çareyekê ji vê problemê re bibînin.Hemwelatî her wiha destnîşankirin ew sedema tedbîrên ku hatine wergirtin fêm dikin, lê belê tedbîrên ewlehiyê divê nebin sedema  eziyetê.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir