• DOLAR 32.367
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.305
  • ...
Bila qurban bibin wesîla xelasiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dê di van rojên ku kelecana Îda Qurbanê tê hîskirin û ev Îda Qurbanê ya ku wek hediye ji Mislimanan re ji teref Rebbê me ve hatiye dayîn de erdnîgara Îslamê di nav şîn û girîn, feryad û fîxan û axîn û nalînan de îdekî qurbanê ya din were îhyakirin.

Serokê Damezrênerê Vakfa Lêkolînên Siyerê Muhemmed Emîn Yildirim temenî kir ku ev Îda Qurbanê bibe wesîla xêrê û Mela Beşîr Şîmşek jî mexdûriyeta ku FETO pêk aniye anî ziman û temenî kir ku ev mexdûriyet demildest were çareserkirin.

Serokê Damezrênerê Vakfa Lêkolînên Siyerê Muhemmed Emîn Yildirim diyar kir ji ber ku ew gihaştine îdekî qurbanê ya din pir şad in. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi hezaran qurban erzê Cenabê Heqqê dikin û wek îbadet pêk tînin. Bi roja Erefê, telbiye, bi her halê û tekbîrên teşrîkê em hewl didin ku van rojan îhya bikin. Çiqas ev rojên şên û şad bibe jî her kes rewşa Ummetê dizane. Niha jî li her derê cîhanê birayên me di nav astengiyan de ne. Bi hezaran însanên ku ji welat, malên xwe bûne hene. Li kêleka me li Sûrî, Iraq û erdnîgarên din bûyer diqewimin. Jan û elemen van di nav dilên me de ne.”

 “Ji bo ku em ewladên xwe qurban nedin em qurban şerjî bikin”

Mela Beşîr Şîmşek hedîsa; ‘Tu mumîn ji rijandina xwîna qurbanê îbadetekê bi fezîlettir pêk nayne’ û dûvre Şîmşek wiha pê de çû: “Bi taybet em ji bo ku ji sewaba îbadetê feyde bibînin em qurban şerjî bikin. Dema ku Îda Qurbanê tê gotin Hz Îbrahîm tê bibîranîn. Dema ku qurban tê gotin semîmiyeta Hz Îbrahîm a hemberê Rebbê xwe tê hişê mirov. Dîsa sedeqet û fedakariya Hz Îsmaîl tê hişê mirov. Ji bo ku em ewladên xwe qurban nedin em qurban şerjî bikin.”

“Edaleta ji bo Yusufiyên mexdûrên FETO zêde nebînin”

Şîmşek temenî kir ku Yusufî vî îdê wek îda herî dawî ya bê malbatên xwe bijîn. Dûvre Şîmşek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mexdûriyetên van mezlûman ên ku ji teref FETO ve di encama qumpasan de pêk hatine bila werin çareserkirin. Di salên 1990an de dijî Mislimanan di heyama herî tarî de lîstikên gelek mezin hatin lîstin û qumpas hatin lidarxistin. Mexdûrên herî mezin ên FETO ev kek û birayên me yên ku em ji wan re difêjin Yusufî ne. Wan her cûr zûlmê ji wan kişandin. Ji ber vê yekê edaletê ji bo Yusufiyên mexdûrên FETO zêde nebînin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir