• DOLAR 32.376
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2325.58
  • ...
Dê û bavên ku 22 sal ji lawê xwe cuda ne bang li rêvebiran kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mexdûrên 28ê Sibatê û FETO yên ku ji ber xizmetên xwe yên Îslamî di girtîgehê de ne hewl didin ku dengê xwe ragihînin rêvebiran.

Dê Erzane û bav Dervîş Can diyar kirin ku ev 40 îd e ku ji lawê xwe yê bi navê Kadrî yê ku di encama qumpasan de hatiye girtin û niha li Şernexê di girtîgehê de ye daxwaz kirin ku ew bila ji bodarizandina nû rêyekî were vekirin. 

 “Bila lawê min ji nû ve were darizandin”

Dê Can diyar kir ku lawê wê dema zarok bûye hatiye girtin û wê ji bo lawê xwe dua û ji bo kesên ku bûne sedema vî yekê re jî nifrîn kir. Dûvre dê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di şûna efûyê de edalet dixwazin. Neheqî lê hat kirin û jê re ceza hat dayîn. Heke di girtîgehên ku adilane didarizîne de were darizandin dê diyar bibe ku bê sûc e.”

Dê Erzane wiha pê de çû: “Lawê min ê Kadrî Can 22 sal e ku di girtîgehê de ye. Di vî umrê de di vî 22 salên dawî de umrê min di rêyan de derbas bû. Min sar, germ, birçî, tirs negot ez li pey lawê xwe çûm. Ya rebbî! Heqê me ji wan re nehêle.”

 “Mehekî îşkence lê hat kirin”

Dê Can diyar kir ku lawê wê bê sûc e. Dûvre wiha pê de çû: “Çi hat serê me leşkerên FETO kir. Bi zorî wan digirtin û wan ji malên wan dibirin. Li serê lawê min ê Qedrî taya derziyekî jî tunebû. Ji kesên ku ji bo serdegirtinê hatibûn re got ‘bisekinin dê ez nimêj bikim` lê wan misade nekirin. Wî derêxistin û birin. Me mehekî jê xeber nesitand. Mehekî îşkence lê hat kirin.”

 “Em efû naxwazin em edalet dixwazin”

Dê Can diyar kir ku ew edalet dixwazin. Wê bang li rêvebiran kir. Dûvre wiha pê de çû: “Em bang li Serokkomar Erdogan û Wezîrê edaletê dikin. Bila heqê me bipirsin. Em dixwazin ku dûbare lawê me were darizandin. Ji her yekî re wek ceza 36 sal dane. Kesê ku mêr jî bikuje ev ceza jê re nayê dayîn. Xeda heqê me ji zaliman re nehêle.”

Her wiha dê Can destnîşan kir ku bi rêkûpêkkirina nû re 38 hezar kes hatin tehliyekirin. Lê nayê zanîn ku çima lawê wê û bi sedan kesên wekê wî nayên serbestberdan.

Bav Derwîş mexdûriyeta xwe wiha anî ziman: “Ev polêsên FETO li vir sûcên cûr bi cûr dikirin û van sûcan davetin ser lawên me. Wan dibirin ciyê bûyerê û ji wan re digotin; ‘dê hûn bibêjin me van yekan kiriye`. Bi vî şiklê zulm dikirin. Qasê mehekî wan didan ber îşkenceyan.” (ÎLKHA)








 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir