• DOLAR 32.561
  • EURO 34.931
  • ALTIN 2426.415
  • ...
"Me mehkûmê bê bavtiyê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên mehkûmên ku ji teref FETO û derbekerên 28ê Sibatê ve di encama qumpasan de hatine mexdûrkirin diyar kirin ji xeynî jiyana bavê wan jiyana wan jî serûbin bûye. Ji ber vî yekê wan daxwaziya darizandinekî adilane kirin.

Ji zarokên mehkûmên ku ji teref FETO û derbekerên 28ê Sibatê ve di encama qumpasan de hatine mexdûrkirin Seher Îrmaka qîza Nurettîn Îrmakî yê ku 15 sal e di girtîgehê de ye diyar kir ku bavê wê di encama qumpasan de bi şiklekî neheqî hatiye girtin.

Îrmak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min bavê xwe qet li malê nedîtiye. Ji 15 salan pê ve ew di girtîgehê de ye. Dema ku bavê min ket hepsê ez 9 mehî bûm. Min bavê xwe ji xizmên xwe nas kiriye. Dayîka min ji min re qala bavê min kiriye. Dema ku ez biçûk bûme min ji kekê xwe re gotiye bavo.”

 “Ez dema ku 12 salî bûm mecbûr mam ku li xuha û bira, dayîk û bavê xwe yê di girtîhehê de mêze bikim”

Şemsettîn Îrmakê lawê Nurettîn Îrmakî yê herî mezin diyar kir dema ku bavê wî hatiye girtin ew 12 salî bûye. Dûvre Îrmak wiha li axavtina xwe zêde kir: “J imin biçûk 4 xuha û birayên min hene. Ez dema ku 12 salî bûm mecbûr mam ku li xuha û bira, dayîk û bavê xwe yê di girtîhehê de mêze bikim. Min  xuha û birayên xwe mezin kir. Xuhaya min a biçûk ji ber ku bavê xwe nedîtiye ji min re digot bavo. Ev tiştekî pir zor û zehmet bû. Ez di dibistanê de pir zîr û jêhatî bûm. Ji ber vî yekê min pol derbas kir. Lê min ji ber rewşa bavê xwe nekarî bixwînim.”

Îrmak diyar kir ku ji xeynî jiyana bavê wan jiyana wan jî serûbin bûye. Dûvre Îrmak wiha pê de çû: “Me hemiyan perîşan kirin. Me pir êş û elem kişand. FETO bes jiyana bavê me nedizî. Wê jiyana me jî diziye. Dibistan û pêşeroja me dizî. Ji ber vî yekê em bes edalet dixwazin.”

“Xatirata min a bi bavê min re bes ya di girtîgehê de ye”

Sena Onena qîza Abdullah Onenî yê ku ev 20 sal e di girtîgehê de ye diyar kir dema ku ew 4 mehî bûye bavê wê hatiye girtin. Her wiha Onen destnîşan kir ku xatirata wê ya bi bavê wê re bes ya di girtîgehê de ye. Dûvre Onen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez 4 mehî bûme bavê min hatiye girtin. Xatirata min a bi bavê min re bes ya di girtîgehê de ye.”

“Daxwaziya me bes ew e ku darizandinekî adilane çêbe û mexdûriyeta me were çareserkirin”

Onen bal kişand ku ev nêzî 40 îdan e ku îda xwe bê bavê xwe derbas dike. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Daxwaziya me bes ew e ku darizandinekî adilane çêbe û mexdûriyeta me were çareserkirin. Mexdûriyeta ku em heta niha tê de ne kes nedît. Lê êdî em dixwazin ku mexdûriyetên me werin çareserkirin. Daxwaziya me efû nîne. Em bes dixwazin ku darizandinekî adilane pêk were. Mi di îdan de xalê xwe wek bawê xwe hesiband. Ez dixwazim ku demildest ku bigihêjim bavê xwe.”

Muhammed Huseyîn Ayyildizê lawê Veysî Ayyildizê ku 15 sal e di girtîgehê de ye diyar kir dema ku ew 6 mehî bûye bavê wî hatiye girtin. Ayyildiz destnîşan kir ku wî qet bavê xwe nedîtiye. Dûvre Ayyildiz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dayîlka min li min mêze kiriye. Min mam û xalên xwe wek bav didît. Sûcê bavê min bes ew bû ku dîndar bû. Ev nêzî 16 salan e ku bavê min girtî ye. Em bes dixwazin ku him mexdûriyeta me him jî yên mehkûman werin çareserkirin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir