• DOLAR 32.542
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2477.119
  • ...
Yapicioglu: Bila ji bo darizandinekî ji nû ve lijne were sazkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê di Saziya Navçeya Kahtaya Semsûrê de ji teref Serok Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ve hat qebûlkirin. Malbatan ji Yapicioglu re gotin; ‘Bibin dengê me’.

 “Berê agirê bitefînin!”

Yapicioglu guhariya malbatan kir. Dûvre wiha axivî: “Hikûmet dibêje em li pey van kesên ku vî agirê kirine ne ne û wan diqewirînin. Wan digirin. Em dibêjin pêwîst e ku vemirandina wê agirê zûtir bibe. Berê wê agirê bitefînin. Lewra carinan malan û carinan jî dila dişewitîne. Girtin û cezakirina kesên ku agirê derxistine hêsan e. Girtina kesên ku agirê kirine karê cendirme û polêsan e. Tefandina agirê jî karê vekujê ye. Heke kesên ku agirê ditefînin kêm bibe polês û cendirmeyan jî dişînin ku agirê bitefînin. Lê niha hikûmet ji kesên ku agirê ditefîne re dibêje herin kesên ku agirê derxistine bigirin. Yanê karê berevajî dikin. Lê Înşaellah dê em wek her dem wan îqaz bikin.”

Yapicioglu diyar kir dihat zanîn ku qiweta hikûmetê nagihêje vî yekê. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê ji niha pê ve heke wekê niha bi heman şiklê bidomînin ez ditirsim ku malbatên mexdûr wek nifrîn berê xwe bidin hikûmetê. Dibe ku hikûmet jî sîlekî mezin bixwe da ku nezane ji xwe ev sîle ji kû derê hatiye.”

 “Bila ji bo darizandinekî ji nû ve lijne were sazkirin”

Yapicioglu diyar kir ku hikûmet dikare bes bi yek madeyê vî pirsgirêkê çareser bike. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta niha di derdora 3 hezar û 400an de dadger û dozger ji wezîfê hatine dûrxistin û lêpirsîna di derbarê vî yekê de jî didome. Ji van hinke kesan di mehkemeyên desthilatdar ên taybet de wezîfedar bûne û gelemperê mehkûmên siyasî bi îmza û biryarên van kesan hatine girtin. Gelo biryarên ku van kesan dane hemî çewt in? Idîaya me ev nîne. Helbet dosyayên ku rastî jî sûcdar in hatine beriya van kesan. Dibe ku hinek biryarên ku wan dane rast bibe. Lê bi vesazkirina yek madeyê dibe ji bo ku biryarên wan dane ji nû ve werin tehqîqkirin lijnekî were sazkirin. Bila ji bo darizandinekî ji nû ve lijne were sazkirin.”

“Ji ber ku lawê min hez dike ev 5 sal e ku me li malê fasûlî nepijandiye”

Ekrem Demîralê bavê Kamîl Demîralê mehkûm diyar kir ji ber ku lawê wî ji fasûlî hez dike ji roja ku lawê wî hatiye girtin heta îro wan wek malbat li malê fasûlî nepijandiye. Dûvre Demîral wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku lawê min ji fasûlî hez dike ji roja ku lawê min hatiye girtin heta îro me wek malbat li malê fasûlî nepijandiye. Dayîka wî ji wî rojê pê ve fasûlê tênexistiye di wê berûşê de. Li malekî ku ev 5 sal e fasûlî nehatiye petin hûn çawa bi rehetî li mala xwe her cûr xwarinê dixwin? Gelo qet wîjdan û merhemeta we tune?”

 “Bila dev ji lîstika 3 meymûnan berdin”

Husna Kalana jina Ahmet Kalanê girtî diyar kir ku mêrê wê ji ber ku bernameya Wîladeya Pîroz lidarxistiye û alîkarî li malbatên feqîran kiriye hatiye girtin. Dûvre Kalan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha ez dipirsim heman fealiyetan dewlet jî lidar dixe. Gelo dewlet ji bo xwe bixwe jî dibêje teror? Daxwaziya me ew bila dewlet dev ji helwesta xwe berde. Bila ew dev ji lîstika 3 meymûnan berdin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir