• DOLAR 32.509
  • EURO 34.583
  • ALTIN 2497.085
  • ...
Gelê Dîlokê piştgirî dan mehkûmên mexdûr ên 28ê Sibatê û FETO
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelê Entabê ji ÎLKHAyê re ragihand ku ew pişt girî dide mehkûmên mexdûr ên 28ê Sibatê û FETO û her wiha gel ji bo ku ji mehkûman re rêya darizandinê ya ji nû ve vebe daxwaz kir.

Îbrahîm Bakir di derbarê mijarê de axivî. Bakir diyar kir pêwîst e biryarên ku hakim û dozgerên FETO dane neyên qebûlkirin û dewlet ji ber ku neheqî kiriye ji van mehkûman helalî bixwaze û wan serbest berde.

 “Pêwîst e ku dewlet ji van însanan helalî bixwaze û wan serbest berde”

Bakir bal kişand divê kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin werin serbestberdan. Dûvre Bakir wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê jî mexdûriyeta van însanan dihat diyarkirin. Dûvre hat jibîrkirin. Bi hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya FETO dûbare ev mijar hat rojevê. Em piştgirî didin wan. Em ji bo ku ew ji hepsê derkevin çi ji destê me tê em dikin. Wek gel dibe ku em qempanyaya îmzayê bidin destpêkirin. Pêwîst e ku dewlet ji van însanan helalî bixwaze û wan serbest berde. Lewra dewlet neheqî li wan kir. Madem hakim û dozgerên FETO neheqî li wan kir û wan avêt hepsê divê ku dewlet jî van biryarên ku di derbarê wan mehkûman de hatine dayîn qebûl neke. Ji bo wan rêya darizandinekî ya ji nû ve veke.”

“Em dixwazin kesên ku di encama kumpasan de hatine gitin werin serbestberdan”

Yalçin Akar destnîşan kir ku 28ê Sibatê kumpas bû û kesên ku di encama vê kumpasê de hatine girtin werin serbestberdan. Akar bal kişand ku ew di wê heyamê de leşker bûye û sirf ji berk u dersê Qur’anê daye wê çaxê gelek însan hatine girtin.

Akar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê kesên ku têkiliya wan bi FETO re hene werin cezakirin. Lê divê ku kesên ter û hişk ji hev werin weqetandin. Di çarçova edalet û hiqûqê de werin darizandin. Em dixwazin ku însanên bê sûc werin serbest berdan. Kesên sûcdar werin cezakirin. Lewra van di 15ê Tîrmehê de bi tank û tifingan êrîşê gel kirin. 28ê Sibatê kumpasek bû. Em dixwazin ku gor vî yekê kesên ku di encama kumpasê de hatine girtin werin serbestberdan.”

Turan Kaya diyar kir divê mexdûriyeta însanan ên di derbarê vî yekê de werin çareserkirin. Turan bal kişand pêwîst e ku derbeker werin îdamkirin. Her wiha Kaya neheqiyên FETO yên ku di derheqê KPSSê de hatnye kirin anî bibîranîn

 “Divê kesên ku di heyama 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin ji nû ve werin darizandin”

Yaşar Yildirim diyar kir divê kesên ku di heyama 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin ji nû ve werin darizandin. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heyama 28ê Sibatê de herkes mexdûr bû. Ez jî di wê heyamê de mexdûr bûm. Wek aborî jî gel mexdûr bû. Divê ku demildest kesên ku di heyama 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin ji nû ve werin darizandin.”

Mustafa Aksu û Omer Taşdemîr diyar kirin ku bi hewldana derbeya 15ê Tîrmehê re mexdûriyeta kesên ku bi kumpasên FETO pêk hatine dûbare hatiye rojevê û divê ku edalet ciyê xwe bigire. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir