Ji hêzên hewayê têkiliya 73 leşkeran hat birîn
Serokatiya Parastina Neteweyî ragihand ku di bergeha lêpirsîna FETO de têkiliya 73 leşkeran a bi TSKyê re hatiye birîn.
Serokatiya Parastina Neteweyî li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî hat dayîn. Gor daxuyaniya ku hat dayîn di bergeha lêpirsîna FETO de têkiliya 73 leşkeran a bi TSKyê re hatiye birîn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên welat wezîfa xwe didomînin û bal hat kişandin ev operasyonên ku tên lidarxistin bê navber didome. (ÎLKHA)