• DOLAR 32.56
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2418.497
  • ...
`Selahaddîn, di şeva herî tarî ya 28ê Sibatê de hat şehîdkirin`
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel li ser goristanê beşdarê bernameya Selahaddîn Urukê mensûbê Cemaeta Hîzbullah yê ku di 5ê Îlona 2001an de li navçeya Pozantiya Edenê di dema serdegirtinê de hat qetilkirin bû. Temel di derbarê qetla Urukî de daxuyanî da.

Temel diyar kir ku Uruk bi çekên mezin wek înfazkirî di şeva herî tarî ya 28ê Sibatê de hat şehîdkirin û heke dê qala Tirkiyeyeke nû were kirin divê ku li ser înfazên bê daraz ên heyama tarî were sekinandin û were zelalkirin. Her wiha Temel diyar kir ku wek partî dê ew jî bibin şopînerê vî mijarê.

Temel destnîşan kir ku ew Şehîd Selaheddîn Urukî ji nêzik ve wek kesekî xwedî xizmet  nas dike û wî bal kişand ku Selahaddîn Uruk teror nîne ew Misliman û mumînekî baş bû.

 “Di şeva herî tarî ya 28ê Sibatê de hat şehîdkirin”

Temel ragihandi ku Uruk di şeva herî tarî ya 28ê Sibatê de hatiye şehîdkirin. Dûvre Temel wiha axavtina xwe domand: “Bi minasebeta şehadeta birayê me yê Selaheddîn Uruk li ser qebra wî bernamekî hebû. Em beşdarê vî bernamê bûn. Di şeva herî tarî ya 28ê Sibatê de hat şehîdkirin.”

“Pêwîst e ku înfazên bê daraz wek tehqîqkirî werin zelalkirin”

Temel bal kişand divê ku înfazên bê daraz ên ku çend sal berê çêbûne werin tehqîqkirin. Dûvre Temel wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di pêvajoya îro de tekoşîn bi 28ê Sibatê û alîgirên wê re tê kirin û lêpirsînên di derheqê vî yekê de pêk tên. Baweriya min ew e pêwîst e ku cinayetên di wê heyamê de çêbûne li ser were sekinandin. Ji ber vê yekê divê cinayetên ku di wê heyama reş de hatine kirin yek û yek li ser were sekinandin û bi heman şiklê yek û yek were tehqîqkirin. Divê ji teref kes an jî saziyan li ser vî mijarê bi şiklekî hûrgilî li ser wan cinayetan were sekinandin û were zelalkirin ku ev kes bê daraz hatine înfazkirin. Wek partî dê em bibin şopînerên vî mijarê.”

Temel belav kir heke ku kesên li pişta van cinayet û înfazan neyên dîtin dê hûrgiliyên heyama reş û tarî jî neyê fêmkirin. Dûvre Temel wiha pê de çû: “Ji ber vî yekê me şehadeta wî wek mîlat dît. Em bawer dikin divê ku ev cinayet werin zelalkirin û di rêjevê de cî bigirin. Ji vî rojê pê ve hemî înfazên bê daraz, êrîş, ceza û girtî ji nû ve werin lêpirsînkirin.”

Temel wiha axavtina xwe domand: “Heke Tirkiye dikeve pêvajoyekî nû, deriyekî nû vedibe û bi wêneyan ku tên dayîn di vî deriya nû de edalet were tesîskirin.

“Ji bo ku nifşekî dîndar were sazkirin ew şev û roj xebitî”

Temel destnîşan kir ku şehîdê ji nêzik ve nas dike. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Selahaddîn heta roja xwe ya dawî ji Îslam û Mislimanan re xizmet kir. Ji bo ku nifşekî dîndar were sazkirin ew şev û roj xebitî. Di derbarê vî yekê de Mislimanekî ku bi şiklekî cidî dixebitiya bû. Lê mixabin di nav ewraqên Komara Tirkiyê de wek terorîst hat kuştin. Ev bi tu wechê rast nîne. Ev yek wek îtham di heyama 28ê Sibatê de li Mislimana hatiye kirin. Divê ku demildest ev yek were çareserkirin. Selahaddîn Uruk terorîst nebû. Ew Misliman û mumîn bû.”

 “Bi çekên mezin gule lê hatin reşandin”

Temel wiha qala roja ku Selaheddîn Uruk hatiye binçavkririn kir: “Min bi hevalên Şehîd Selahaddînî yên ku pê re hatibûn girtin kir. Gor gotinên wan yek berik jî lê nereşandine. Bes Selaheddîn berê hatiye binçavkirin, dûçare îşkenceyên wehşiyane bûye û dûvre jî wî avêtine zindanê. Ji ber vî yekê ji bo ku dûbare dûçarê îşkenceyên wehşiyane nebe ji mala ku tê de bûye reviye. Di destê wî de tu tiştekî tune. Bes xwestiye ku bireve. Dema ku xwestiye ji avahiyê bireve bi  çekên mezin gule lê hatine reşandin. Ew bi MG 3ê hatiye kujştin.” (ÎLKHA)










 

Bu haberler de ilginizi çekebilir