• DOLAR 32.597
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2506.451
  • ...
Qîza Selahaddîn Urukî qala bavê xwe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn Selahaddîn Urukê ku ji pêşewayên Cemaeta Hîzbullah e di sala 2001an de li navçeya Pozantiya Edenê di serdegirtina ku li malê hatibû kirin de hatibû qetilkirin. Qîza wî  ya bi navê Sumeyye ji ber minasebeta salvegera şehadeta bavê xwe qebra wî ziyaret kir û piştî ziyaretê di derbarê bavê xwe de daxuyanî da.

“Em nîvê şevekê bi dengê çekan şiyar bûn”        

Sumeyye Uruk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir şehîdbûna bavê wê gelekî baş tê bîra wê û di derbarê wê şevê de van agahiyan da:  “Ez wê demê 13 salî bûm.Nîvê şevekê em bi dengê çekan şiyar bûn.Piştî dengê çekan bombeyên gazan avêtin.Ew kesên ku di ser malê de girtibûn ji xwe bi qesda kuştinê hatibûn.Lewra em hêj di xew de bûn û wan di ser malê de berik reşandin.Bavê min derket balqonê û dû re me tiştekî nedît.Ji xwe dû re em hîn bûn ku şehîd bûye.Dû re me girtin û avêtin nava wesayîtên polêsan.Ew kesên ku di ser wê mala ku lê pîrek û zarok hebûn de girtin bi qesda kuştina bavê min hatibûn.”

 “Temamê xweşikayiyên dinyayê ji bo doza Îslamê feda kirin”

Uruk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew şehîdên ku di xortaniya xwe de canê xwe feda kirine, doza Îslamê pêşdetir ve birin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê xweşikayiyên dinyayê ji bo doza Îslamê feda kirine.Ew ji temamê malê dinyayê ferxat kirin û vê dozê anîn heta îro.Ji ber vê yekê tiştê ku îro divê li ser bê sekinîn  ev doza Îslamê ya ku wanan ji me re hiştiye.Ji bona ku em jî vê dozê weke wan bibin pêşdetir,  tiştê ku ji destên me tê pêwîst e em bikin.”

 “Pîrekeke Misliman pêwîst e her wext xwe ji hêla çand û ilmê Îslamî ve pêşve bibe”

Uruk di berdewama axavtina xwe de qala  girîngîya ku bavê wê dida ilma ku ji teref pîrekan ve dihat tehsîlkirin û dû re bîranîneke xwe ya bi bavê xwe re wiha anî ziman: “Bavê min rojekê ji min re got ku ‘Qîza min heger tu wan kitêbên ku min xwendinê  têxî nava qamyonekê dê tijê bibe, lê belê ew tiştê ku min ji Qur’anê wergirt ji  van kitêban wernegirt.Hûn encax bi Qur’anê dikarin însanan qanê bikin.Rajin vê û teblîxê di nava însanan de bikin.Bila berê wê li Qur’anê be û însanan hişyar bikin.’ Her wiha ji me re digot mamosteya yekem a zarokan daykên wan e û divê doza wan jî ji wan re bibe dê.”

 “Rebbê min wan kesên ku zilmê dikirin bi qudreta xwe li erdê xist”

Uruk di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ‘Xweda piştî wan rojan, van rojan nîşanî me da, birastî Xwedê wan kesên ku zilmê kirin li erdê xist.Em ji dil û can baweriyê bi qudreta Xwedê tînin.Em dizanin ku xwediyê vê dozê Allah e.Em ji Rebbê xwe temennî û hêvî dikin ew çawa bûn mûşeref û ezîz em jî wek wan bibin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir