• DOLAR 32.571
  • EURO 35.047
  • ALTIN 2427.984
  • ...
FETO jiyana zarokên me tarûmar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsyatîfa malbatên mexdûr ên FETO û 28ê Sibatê Serokatiya Bajarê Qeyserî ya HUDA PARê ziyaret kirin. Malbatan Serokê Bajarê Qeyserî Mehmet Samî Goktaş pêşewaz kir û dûvre guhdariya pirsgirikên mallbatên mexdûr kir.

Mehdî Yonden diyar kir ku bavê wî Alî Riza Yonden ev 16 sal e ku belesebeb di girtîgehê de tê girtin. Dûvre Yonden wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min bi cezaya sermedî hat darizandin. Neheqî lê hat kirin. Kesên ku ji bavê min re qumpas lidarxistin îro di girtîgehan de ne. Em dixwazin ku bavê me bi şiklekî adilane were darizandin.”

 “Sûcê kekê min bes ew e ku Misliman bû”

Rabîa Erogluya xuhayê Alî Riza Yondenî diyar kir ku kekê wê wek dîndar dihat nasîn û ji ber vî yekê jê re qomplo lidar xistin. Dûvre Eroglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelek îşkence lê hat kirin û bi darizandinekî ku ne adilane bû cezaya sermedî jê re hat dayîn. Tu sûcê kekê min tunebû. Sûcê kekê min bes ew e ku Misliman bû.”

 FETO jiyana zarokên me tarûmar kir

Sebahat Yondena xwediyê 3 zarokan diyar kir ku FETO jiyana zarokên wan tarûmar kiriye.  Ew piştî vî zulmê tenê bi serê xwe maye û dûçarê zulmekî mezin bûne. Dûvre Yonden wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hinek tişt eşkere bûn. Ji vî 3 sal berê dema ku me mexdûriyetên xwe tanî ziman kes guhdariya me nedikir. Heta ji ber ku me hinek tiştan tanî ziman em dihatin mexdûrkirin. Mêrê min 17 sal berê dema  ku li mala hevalekî xwe rudinişt bê pirs û pirsyar gule li ser wan de tê reşandin. 3 hevalên wî li cem wî şehîd dibin. Ew jî wek birîndar tê binçavkirin û çendîn roj îşkence lê tê kirin. Di encama qumpasa ku ji teref dozger û hakimên FETO ve tê girtin.”

 “Dosyayê bê xwendin bi me dan îmzakirin”

Yonden diyar kir piştî ku mêrê wê hatiye girtin polêsan li ser mala wê de girtine û dûvre wê binçav kirine. Dûvre Yonden wiha pê de çû: “Piştî vî yekê ez çûm min ji malbata mêrê xwe re qala mijarê kir. Dûvre em bi hev re çûm ewlehiya Edenê. Me diyar kir ku em ji Alî Riza xeberdar nînin. Min li wir hildan lêpirsînê û dosyayekî danîn beriya min. Dema kum in got ez îmza nakim min tehdît kirin. Ji min re gotin heke tu îmza bikî dê tu wî bibînî. Dosyayê bê xwendin bi me dan îmzakirin. Dûvre min birin hicrikekî. Min dît ku birîndar e. Min wî nas nekir.”

Her wiha Sebahat Xanim di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku ew di şûna beraetê de edalet dixwazin.

 “Em dixwazin ji malbata mexdûr re bibin bersiv û alîkarî lê bikin”

Serokê Bajarê Qeyserî Mehmet Samî Goktaş ji ber ku malbat wan ziyaret kiriye ji wan re teşekûr kir. Her wiha Goktaş diyar kir ku ew her tim vî mijarê tînin rojevê. Dûvre Goktaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo geşedanan wekê li her derê Tirkiyeyê li Qeyserî jî wek HUDA PAR em dê ji bo ku dawî li darizandina bê edalet were û ji bo ku ji malbata mexdûr re bibin bersiv me bi malbata ku dûçarê qumpasan bûye re axavtin kir.”

Goktaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir kê wek HUDA PAR dê ew dev ji vî mijarê bernedin û dê hewl bidin da ku vî zulmê bidin bihîstin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir