• DOLAR 32.572
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2427.138
  • ...
Yetîm-Der 3 kesan zewicand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Hêtîm, Sêwî û Mexdûran re (Yetîm-Der) li Stenbolê bi bernameya ku lidarxist 3 kesên din jî zewicand.

Alîkarên Serokên Giştî yê HUDA PARê Saît Şahîn û Erdal Elîbuyuk, Midûrê Weşana Giştî yê Rehber TV Fîkret Gultekîn, Koordînatorê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Abdullah Aslan, Serokê Lijneya Rêveberiya Vaqifa Umut Kervani Cemal Çinar, nûnerên Platforma Qudsa Azad û Cemîyeta Mustezefan û gelek mêvan beşdarê bernameyê bûn.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Pîroz hat destpêkirin. Piştî temeniya xêrê û tebrîkkirina Fîkrî Karavîlê Serokê Yetîm-Derê, Serokê Lijneya Rêveberiya Vaqifa Umut Kervani Cemal Çinar di derheqê gigrîngiya rojê de axivî.

Çinar wiha axivî: “Pêxemberê me di hedîsa xwe de diyar dike; ‘kesê ku bizewice hîvê dînê xwe diparêze. Di hedîsekî xwe ya din de jî dibêje; ‘Mislimanê ku bizewice nîvê îmana xwe diparêze. Ev yek jî dide nîşanê me ki zewac bes ji xwedîbûna jin an jî zarokan nîne.”

Çinar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro rastî ji bo zewacekî mesrefekî cidî hewce dike. Ji ber vî yekê gelek ciwanên me nikare bizewice. Zewacên xwe derng dikin. Resulullah (as) hezar û 400 sal berê dibêje ‘zewaca herî bixêr ya ku mesrefa wê herî kêm e.  Bûka herî bi xêr ew kes e ku mehra xwe herî kêm dixwaze. Zarok û ciwanên xwe bizewicînin. Ji rizqê netirsin.”

Dûvre ji xeziyên Mavî Marmarayê Serokê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl axivî. Karavîl destnîşan kir ku ew hewl didin ku alîkarî li hêtîm û sêwiyan bikin. Ji xeynî vî yekê ew hewl didin ku alîkarî li malbatên feqîr jî bikin. Di vî bergehê de di heyamên cuda de ew ciwanên ku wextê zewaca wan hatiye dizewicînin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir