Li Qoserê termeke şewitandî hat dîtin
Li navçeya Qosera Mêrdînê termeke şewitandî yê ku aîdî zilamekî ye hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin termeke şewitandî li Kolana Alî Ertaşa Taxa Îpeka Qoserê di nava çalekê de hat dîtin.
Piştî ku hemwelatiyên derdorê xeber dan polêsan, ambûlans û polês hatin cihê bûyerê.Terma şewitandî ji bo otopsiyê rakirin nexweşxanê.
Hêj nasnameya kesê şewitandî nehatiye diyarkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)