• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Pêwîst e ji bo mexdûrên darazê pêvajoyeke nû bê destpêkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê Yalçin destnîşan kir ew rêxistinên tarî yên ku bi darazê însanan mexdûr kirine êdî eşkere bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir ‘pêwîst e ji bo wan kesên ku hêj mexdûrîyeta wan berdewam dike pêvejoyeke nû bê destpêkirin.’

Yalçin destnîşan kir ew rêxistinên tarî yên ku bi darazê însanan mexdûr kirine êdî heqîqetek in û eşkere bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir ‘Pêwîst e ji bo wan kesên ku hêj mexdûrîyeta wan berdewam dike pêvejoyeke nû bê destpêkirin.Ji bo ku  edalet bê tesîskirin  divê rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.

Yalçin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir xelkê heremê ne tenê ji destên hakim û dozgerên FETO bi heman awayî ji kesên ku bi wan re hevkariyê kirine jî gelekî zêde kişandine û wiha pê de çû: “Îbrahîm Xelîl Gov, ev bû 24 sal  ku di girtîgehê de ye.Ew dema ku 17 salî bû hatiye binçavkirin û bi rojan îşkence lê hatiye kirin.Dû re digel kumpasên ku lê hatine kirin jê re cezaya muebbet hatiye dayîn.Îbrahîm Xelîl Gov ji wê rojê ve ev bû 24 sal ku di girtîgehê de ye.Ev yek zilm e.Ev qetilkirina hiqûqê ye.Em bi vê wesîlê cardin ji vê derê bang li rayedarên dewletê dikin.Pêwîst e demildest dawî li vê zilmê bê anîn.”

 “Berdewamkirina zilmê nayê qebûlkirin”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew wek HUDA PARê û STKyên li heremê ev çendîn sal e ku bang dikin lê tu kes guh nade banga wan.Yalçin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Teqez divê dengê van mexdûran, ji teref îradeya sîyasî ve bê bihîstin.Em heta ji destê me tê hewil didin dengê wan malbatên mexdûr ên ku em wan ziyaret dikin bînin rojevê.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir