Li Êlihê qedexeya civînê
Digel qerara ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hat dayîn rojê şemîyê li tevahiya bajêr ji civînan re qedexe hat anîn.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hatiye dayîn de di derbarê mijarê de hat ragihandin ji mîtînga 3ê Îlonê roja şemîyê ya ku dê ji teref HDPê ve bin navê ‘1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê` bê tertîpkirin û ji her cûr civînên ku dê li tevahiya bajêr bên kirin re qedexe hatiye anîn.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin qedexe di 3ê Îlonê de derbasdar e û ev qedexe ji ber êrîşên bombeyî yên ku di van pêlên dawî de li heremê tên kirin hatiye îlankirin.(ÎLKHA)