2 xortên ku ketin nehrê xeniqîn
Li Aviskêya Qubîna Êlihê 2 xortên ku ji bo hênik bibin ketin nehrê xeniqîn.
Li Aviskêya Qubîna Êlihê 2 xortên bi navê Emre Duman û Ferman Samtalu yên ku ji bo hênik bibin ketin nehrê xeniqîn.Piştî ku kesên derdorê ji xeniqînê xeberdar bûn re gazî AFADê kirin.Yekîneyên AFADê bi xebatekê termên xortên ku xeniqîn ji avê derxistin.
Termên xortan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Herema Êlihê.(ÎLKHA)