• DOLAR 32.57
  • EURO 34.782
  • ALTIN 2489.872
  • ...
10 hezar zarokên penaber ên ku li Ewrûpayê winda bûne di hedefa çeteyan de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê UHÎMê Ayhan Kuçuk balan kişande li ser zarokên penaber ên ku li Ewrûpayê winda bûne  û destnîşan kir beşeke ji van zarokên ku winda bûne ji teref çeteyan ve di ticareta organ, fuhuş û koletiyê de tên bikaranîn.

Daireya Asayîşa Federal a Elmanyayê  destnîşan kir 8 hezar û 991 zarokên ku îltîcayî Elmanyayê kirine winda bûne. Serokê Navenda Şopandina Îhlala Heqên Navnetweyî(UHÎM) Ayhan Kuçuk di derbarê raporta ku wanan di derheqê mijarê de amade kirine de destnîşan kir beşeke ji van zarokên ku winda bûne ji teref çeteyan ve di ticareta organ, fuhuş û koletiyê de tên bikaranîn.

Kuçuk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li welatên YEyê ji zêdetirî 10 hezar zarokan winda bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beşeke mezin a van zarokên ku winda bûne ji teref çeteyan ve di ticareta fuhuş, koletî û di ticareta organê de tên bikaranîn.Ev tişt ne bûyerên adlî ne , çima li van mudaxele nayê kirin? Konseya Ewrûpayê di vî warî de welatên Yekîtiya Ewrûpayê hişyar kiribû.Hişyarî hatibû kirin, lê di rastiyê de jî ev tişt pêk tên.Ez zarok li Ewrûpayê di fuhuşê de jî tên bikaranîn.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir