• DOLAR 32.51
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2432.484
  • ...
Weqfa Umut Kervani dê di îdê de ji mihtacan re bibe hêvî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Umut Kervani ya Stenbolê bi wesîla Îda Qurbanê ya ku nêzi bûye dê dîsa di nabeyna xêrxwaz û malbatên feqîr de ji bo ragihandina alîkariyan dibe pirr. Weqfa Umut Kervani dê him li welat him jî li derveyê welat goştê qurnbanê belav bike.

Serokê Weqfa Umut Kervani ya Stenbolê Cemal Çinar di derbarê xebatên saziyê de agahî da. Çinar diyar kir ku ji bo şerjîkirina qurbanê 2 unîteyên wan hene. Dê di van unîteyan de qesabên pispor û nêzî 300 dildaran bixebitin.

“Em malbatên ku dilê wan şikestî ye di vî îdê de bê goşt nehêlin”

Çinar diyar kir ku ew di nabeyna feqîr û zengînan de wezîfa pirê dibînin. Dûvre Çinar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Goştê qurbanê gor isûlê 3 qisim e.Yekî ji wan birina goştê ya li mala xwe ya xwediyê qurbanê. Ya duyem ji bo xizmên mirvo welew ev zengîn jî bibin û ya sêyemîn jî ji bo feqîran. Îbadeta qurbanê gor îbadetên din çêtir yekitiya civakê pêk tîne û di nabeyna malbatên feqîr û zengîn de dibe pir. Em malbatên ku dilê wan şikestî ye di vî îdê de bê goşt nehêlin. Qurban; biratî, nêzîkbûn, îbadet û bihevrebûn e.”

“Em ji roja ewil pê ve dest bi belavkirina goştê dikin”

Çinar diyar kir ku Weqfa Umut Kervani mikellef e ku li malbatên xwedî niyaz binêre. Dûvre Çinar wiha destnîşan kir: “Weqfa me û komeleyên din ên ku wek bira ne mikellef in ku li 65 medrese, qursên Qur’anê û xewgehên me yên xwendekaran hene. Bi tevahî 4 hezar 500 xwendekar û malbatên me yên xwedî niyaz hene. Ji xeynî vî yekê birayên me yên ku ji Sûrî, Afxenîstan û Çeçenîstanê hatine hene. Niha plan û lîsteya me diyar e. Em ji roja ewil pê ve dest bi belavkirina goştê dikin.”

Her wiha Çinar diyar kir ku ew wek weqif bexşên qurbanî qebûl dikin û kesên ku dixwazin qurbanên xwe şerjî bikin dikarin di unîteyên saziyên wan de şerjî bikin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir