• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Malbatên ku mexdûrên FETO ne STKyan ziyaret kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel Sekreterê Giştî yê Yusufî- Derê Mustafa Şenol, malbatên mahqûmên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne û  bi kumpasên FETO ketibûn girtîgehan, ji bona zilmên ku li zarokên wan hatine kirin bînin ziman sazîyên civakî yên sivîl ên li Diyarbekirê ziyaret kirin.

“Em ji ewledên xwe re him bûn dê û him jî bav”

Malbat pêşî Îxwan-Derê dû re jî Ozgur-Der û Komeleya Anadolu Gençlîkê ziyaret kirin.Ji malbatan kesa bi navê Sema Yarara ku zilamê wê di girtîgehê de ye  di dema ziyaretan de mexdûrîyetên ku ew bû bi salan dijî anîn ziman û wiha got: “Gelek neheqiyên mezin li me hatin kirin.Me ji ewladên xwe re him dayiktî û him jî bavitî kir.Zilamên me şandin surgunê ku em jî bi wan re bûn surgun.Ew kesên ku di 15ê Tîrmehê de li dijî darbê li ber xwe didan em bûn.Em darizandina ji nû ve û îadeya îtîbarê dixwazin.Ew çi bikin bila bikin, dê nikaribin wan tiştên ku ji me dizîne bidin.”

Kesê bi navê Huseyîn Sabaz jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ew qerarên ku ji teref hakim û dozgerên ku endamên rêxistina paralel in, ne derbasdar in.Ger ku di şevekê de bersûcên Ergenekon û Balyozê de karibin bên berdan, divê ji wan kesên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne re jî rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.Dema ku ev kes ji nû ve hatin darizandin dê hemû tişt derkeve holê.”

Serokên sazîyên ku li wan ziyaret hatin kirin piştî ku mexdûriyetên malbatan guhdarî kirin re heq dan gotinên wan û destnîşan kirin divê li dijî vê zilmê bêdeng neyê mayîn û ji van kesan re rêya darizandina ji nû ve bê vebikirin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir