• DOLAR 32.538
  • EURO 34.763
  • ALTIN 2490.568
  • ...
Yavuz di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di bergeha xebatên partiyê de çû Rihayê. Yavuz li wir bi endamên çapemeniyê re hat cemhev û di derbarê mijarên wekê pirsgirêka Sûrî, operasyona Cerablusê, hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya ku FETO pêk anîbû û Pirsgirêka Kurdan de daxuyanî da.

Yavuz diyar kir ku Operasyona Cerablusê di encama pirsgirêka Sûrî de hatiye lidarxistin. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di şûna mêzekirina encama pirsgirêkê de pêwîst e ku em li ser sedemên vî yekê bisekinin. Li Sûrî gor daxuyaniya birêz Numan Kurtulmuş; ‘Xetaya herkesî heye. Xetaya Tirkiyeyê jî heye. Çi tê serê Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka Sûrî ye.’”

 “Heke em ji bo çareseriya pirsgirêkan bang li Emrîka, Ûris û Îngilîstanê bikin dê herêma me bibe wekê topa agirê”

Yavuz bal kişand ku nêrîna HUDA PARê ya li pirsgirêka Sûrî îro çêtir tê fêmkirin. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Ji destpêka vî pirsgirêkê pê ve me bi israr diyar kir ku xala me ya sor a di derbarê vî yekê de ev e; ‘Pirsgirêk çi qas mezin dibe bila bibe divê ku wek çareserî çek neyê dîtin. Ya duyem ev bû ku me digot divê ku pirsgirêkên me ji teref hêzên biyanî û emperyelîstan ve neyê çareserkirin. Divê ku em wek nişteciyên herêmê bikaribin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. Zarokên vî axê dikarin pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin. Heke em ji bo çareseriya pirsgirêkan bang li Emrîka, Ûris û Îngilîstanê bikin dê herêma me bibe wekê topa agirê.”

 “Xwezî di şûna sazkirina dîwarê de me polîtîqayên ku dîwaran ji holê radike pêk bianîbûya”

Yavuz wiha axavtina xwe domand: “Xwezî di şûna sazkirina dîwarê de me polîtîqayên ku dîwaran ji holê radike pêk bianîbûya. Tirkiye bi taybet hewl dide ku li sînûrê dîwar saz bike. Ev tek ji bo me neyînî ye. Wek prensîp û rêbaz rast e ku ji bo parastina sînûrê xwe welatek gav bavêje. Li bi taybet xwezî di derheqê têkuluyên xwe yên baş ên bi cîranên xwe re, hilgirtina rizayên wan û bi helwestekî adilane em nehatibûna vî qasê. Xwezî di şûna sazkirina dîwarê de me polîtîqayên ku dîwaran ji holê radike pêk bianîbûya.”

 “Divê ku hiûmet saziyên ku derbekeran xwedî dike ji holê rake”

Yavuz wiha qala hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kir: “15ê Tîrmehê hewldana derbeya hevkariya emperyalîstan e. Bi alîkariya Xweda û tekoşîna destanî ya gel re ev raperîn hat rawestandin. Ev serkeftina vî tekoşînê zafera ya Ereb, Kurd, Tirk û cudahiyên kesên din e. Gel wezîfa xwe aniye cî. Êdî divê ku îktîdar wezîfa xwe bîne cî. Divê ku hiûmet saziyên ku derbekeran xwedî dike ji holê rake.”

Her wiha Yavuz destnîşan kir ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê cemaetên Îslamî wek hedef hatine hilgirtin. Yavuz diyar kir ku di rawestandina hewldana derbeyê de rola cemaetan mezin e. Ji ber vî yekê hedefgirtina cemaetên Îslamî tiştekî çewt e.

“Divê ku mexdûriyetên FETO pêk aniye werin çareserkirin”

Yavuz bal kişand divê ku mexdûriyetên ji teref FETO ve pêk hatine werin çareserkirin. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji teref hakim û dozgerên ku endamên FETO ne ve di 20 salên dawî de gelek kes belesebeb hatin cezakirin. Di serî de cemaeta Hîzbullah mexdûrên Sîwasê, mexdûrên hareketa Îslamî, mexdûrên Hîzbultahrîr. Divê ku ev kes neyên ji bîrkirin.”

 “Pêwîst e ku dewlet  di derbarê Pirsgirêka Kurdan de li ser sedeman bisekine”

Yavuz di derbarê geşedanên rojevê de wiha axivî: “Dewlet di derbarê vî yekê de xetayekê wiha kir ku bes bala xwe datine ser encaman. PKKyê rêxistina çekî encamekî vî pirsgirêkê ye. Sedem nîne. Sedem pergal bixwe ye. Sedem hişmendiya tekparêzî, nîjadperestî û qedexeyî ye. Pêwîst e ku dewlet  di derbarê Pirsgirêka Kurdan de li ser sedeman bisekine.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir