• DOLAR 32.537
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2439.909
  • ...
Hêvîdar bûn ku ji qumpasa FETO xilas bibin lê dûbare dûçarê zulmê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehkûmên ku ji teref raya giştî ve wek Yusufî tên navandin ji teref FETO/PDYê ve ji wan re qumpas hat lidarxistin û hatin girtin hêvîdar bûn ku ji qumpasa FETO xilas bibin lê wan sewqê derên din kirin. Him ew û him jî makbatên wan mexdûr bûne.

Malbatên mexdûr ên ku ji teref FETO ve qumpas ji wan re hatine lidarxistin û dûvre hatin girtin ji bo ku mehkûmên wan ên di girtîgehê de ji nû ve werin darizandin dengê xwe bilind dikin. Lê ji nû ve mexdûriyetek nû pêk hat. Ji ber vî yekê malbatan bertek nîşandan.

Malbatên mehkûmên dîndar ên ku ji Girtîgeha Semsûrê sewqa wan derket Girtîgeha Golbaşi ji vî yekê re bertek nîşan dan.

Mustafa Yetîş, Ahmet Kalan, Kamîl Demîral û Îsmaîl Apaydin ên ku di encama qumpasên FETO/PDYyê de hatine girtin bi binasiya ku cî nemaye wan sewqê Girtîgeha Golbaşiya Semsûrê kirin.

Fatma Yetîş diyar kir ku sewqa lawê wê çend caran ji girtîgehê cûr bi cûr derxistine. Dûvre Yetîş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev Fetoyîstên zalim Mustefayê girtin. Berê wî birin Meletî. Dûvre di encama hewldana me de wî anîn Semsûrê. Dûvre dûbare wek sirgûn wî şandin Qocaeliyê. Piştî 3 mehan dûbare wî anîn Semsûrê. Li Semsûrê ez heftê carek ji bo dîtina wî têm. Lê niha jî wî sirgûnê Golbaşi kirin.”

 “Li ber çavên min wî hilgirtin birin”

Dê Fatme dest nîşan kir ku heyamekî ew 6 meh di nexweşxanê de maye û dema ku çûye tehlîlên xwe bigire li wê çavê wê bi lawê wê ketiye. Dûvre wê wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku 6 meh ez di nexweşxanê de razam min lawê xwe nedît. Dema ku ez di nexweşpxanê de bûm ji bo tehlîlan min birin. Çavê min bi Mustafa ket. Wî anîbûn nexweşxanê. Min hewl da ku ez bigihêjim wî lê zalimekê nehêşt. Gelê wir bertek nîşan dan. Lê dîsa misade nekirin. Mustefa destê xwe dirêjê min kir û got; ‘dayê mereq neke. Dua bike.’ Dûvre wî li ber çavên min hilgirtin birin.”

“Ez zilm dê heta kengê berdewam bike?”

Dê Fatma di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew hakim û dozgerên ku Mistafa girtine,  ji ber ku ew bi xwe endamên FETO ne hatine girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mistafa doh li min geriya û got ‘Dayê, xwe xemgîn neke, min surgun kirin.’  Ew hakim û dozgerên ku Mistefe girtibûn ji ber ku endamên FETOyê  bûn hatin girtin û a niha di girtîgehê de ne.Me hêvî dikir êdî dawî li vê zilmê bînin û wan serbest berdin; lê belê wan serbest bernedan û di ser de jî wan surgun kirin.Ji xwe min bi vê halê  xwe yê nexweş nikarîbû biçim Adiyamanê û wî bibînim û a niha jî wî surgunî Golbaşiyê kirin.Ez ê çawa biçim wê derê.Ev zilm dê heta kengê berdewam bike.Lawê min ji min re dibêje dayê sebir bike.Min ev çendîn sal e ku sebir dikim, lê belê ji sebirkirinê re quweta min nema.Ez bangî Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Edaletê dikim.Ji bo ku hûn dawî li vê zilmê bînin hêj li benda çi ne?”

“Gelo ew eziyetên ku me kişandin ne bes in?”

Elî Kalanê ku bavê Ahmet Kalanî ye ji sewqkirinan re bertek nîşan da û di derbarê mijarê de destnîşan kir lawê wî ev bû 4 sal ku di girtîgehê de ye û wiha pê de çû: “Tu sûcê lawê min nîn bû.Bi bêbextiyan wî girtin û xistin girtîgehê.Ew kesên ku wî xistin girtîgehê bi xwe jî a niha di girtîgehê de ne.Ji xwe em bi vê halê xwe yê êxtiyar zor bela diçûn hevdîtina wî.A niha jî wî bêyî xebera me birine Golbaşiyê.Me tiştekî ji van tiştên ku tên kirin fêm nekir.Ev eziyetên ku me kişand ma ne bes e?”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir