• DOLAR 32.598
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2509.425
  • ...
Dema qurbanî tê kirîn divê ku mirov bala xwe dayne ser çi?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Odeya Hekîmên Veterînerê yê Herêma Diyarbekirê Mehmet Biçak ji ber ku çend rojekî ji Îda Qurbanê re maye hişyarî da. Mehmet Biçak bal kişand ser pasaport û raporên tendirûstî yên heywanan.

Biçak destnîşan kir ku heywandarî him ji bo Tirkiyê û him jî ji bo herêmê girîng e. Ji ber vî yekê Biçak diyar kir pêwîst e ku ev sektor neyê hebakirin.

Biçak bal kişand ser pasaport û raporên tendirûstî yên heywanan û dûvre wiha pê de çû: “Pêwîst e ku heywan ji derên minasib werin sitandin. Kesên ku dê qurbanî bistînin divê ku li pasaport û raporên tendirustiyê yên heywanan mêze bikin. Piştî ku heywan hatin sitandin divê ku di mezbexaneyên xwedî ruhset de werin şerjîkirin.”

Biçak ragihand ku qurbanî ji xeynî dînî ji aliyê aboriyê ve jî pir girîng e û divê kesên ku heywanan wek qurbanî şerjî dikin ehlê heman îşê bibin. Dûvre Biçak ji kesên ku dê heywan bistînin re hişyariyên wiha da:

“Divê ku çermê heywanê nû bibe û çavên wê biriqandî bibe. Pêwîst e ku heywan bê hest û ne jî zêde hestyar bibe. Her wiha rapor û pasaport dide nîşandan ku heywan ji kontrola veterînerê derbas bûye. Divê ku mirov haydarê guharên pez jî bibe û rapora ku di derheqê tendirustiya heywanê agahî dide were dîtin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir