• DOLAR 32.568
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2487.984
  • ...
 "Em efû ne darizandinekî ji nû ve dixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mehkûmên dîndar ên ku dûçarê zulmên saziyên kûr û paralel bûne bi daxuyaniya ku wek çapemenî dan re diyar kirin divê ku dawî li zulma ku tê kirin were.

Mexdûriyeta van malbatên kovandar hema hema her roj di rojevê de ye lê mixabin ji teref rêvebirên hikûmetê ve nayê dîtin. Ev yek jî dibe sedema berteka malbatên mexdûr.

Çendekî berê di derheqê bi hezaran kesên ku di bergeha Balyoz û Ergenekonê ve de dihatin darizandin de bi binasiya ku FETO wan mexdûr kiriye ji wan re rêya darizandina ji nû ve hat vekirin û hatin serbest berdan. Heta di derhaqê wan kesan de biryar hat dayîn ku tezmînat ji wan re were dayîn.

Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bi madeyekî demkî ji 38 hezar kesan re rêya tehlîyê vebû û tê diyarkirin ku dê 99 hezar kes di bergeha vî madeya demkî de ji vî biryarê îstîfade bikin.

“Em dêyên wan zarokên ku bavên wan ji ber ku gotine ‘Rebbê me Xweda yê’ wan avêtine zindanan in”

Daxuyaniyê Sema Yarara jina Coşkun Yararê ku 15 sal e di girtîgehê de ye xwend. Yarar diyar kir ku ew ji bo Mislimanên girtî hatine cem hev. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Em ew kesin ku çendîn sal e ku mêr, zarok û birayên wan di girtîgehê de ne. Em jan û eleman ev çendîn sal e ku avêtiye nava xwe. Me hêstirên xwe avêtin nav xwe. Dema ku me zarokên xwe radizand me didît ku çavên wan li rêya bavê wan bû. Em jin, qîz û zarokên wan Yusufiyên ku di nabeyna wan dîwarên bêton de mane ne. Em dêyên wan zarokên ku bavên wan ji ber ku gotine ‘Rebbê me Xweda yê’ wan avêtine zindanan in. Em kesên ku dûçarê zulma zaliman bûne û ji ber vê yekê porê wan sipî bûye ne. Em ummeta Wî Resûlê ku gotiye; ‘Tişta hûn ji bo xwe dixwazin heke hûn ji bo birayên xwe jî nexwazin hûn ji dîl nikarin bibêjin me bawerî aniye’ ne. Em kesên ku çavenêrê edaleta Hz Omer dikin in.”

 “Em zarok, jin û dayîkên ku bav, bira û mêrê wan avêtine zindanan in”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Em ew kesin her sibe dema ku zarokên wan diçin dibistanê çavê wan li rêya bavê wan dimîne û ji ber vî yekê em jî hêstir dirêjînin in. Em weliyên wan zarokên ku her meh mamosteyên wan bang li me dikin û dibêjin; ‘çima zarokên we wiha hezinandî ne’ ne. Welhasil em zarok, jin û dayîkên ku bav, bira û mêrê wan avêtine zindanan in.”

 “Girtiyên ku mexdûrê 28ê Sibatê û FETOyê ne bi israr nayê dîtin”

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Lê hikmeta wê çiye nayê zanîn firtiyên ku di encama komplo û qumpasên ji teref FETO ve hatine lidarxistin û wek girtiyên ku mexdûrê 28ê Sibatê û FETOyê ne bi israr nayê dîtin.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir