• DOLAR 32.392
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2326.9
  • ...
HUDA PAR di derbarê mijarên di rojevê de daxuyaniyên girîng da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de di derbarê mijarên mîna operasyona Cerablûsê, mexdûriyetên ku ji teref terorê darazê ve hatine jiyandin, qedexeya derketina derve ya li Şernexê, êrîşên bombeyî û di derheqê xwepêşanên ku li dijî  şidet û êrîşên bombeyî de daxuyaniyên girîng hatin dayîn.

Pêwîst e hikûmet di warê polîtîkaya Sûriyê de baweriyê bi DYE,YA û Rûsyayê neyîne

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de di derbarê operasyona ku li Cerablûsê tê kirin de wiha hat destnîşankirin: “Bi çi hincetê dibe bile bibe ferq nake, divê di warê wan gavên ku di mijara Sûriyê de dê bên avêtin de pêwîst e hikûmet bi dîqet be û divê neyê  jibîrkirin ku di zeviya mayînan de birêve diçe.Divê hikûmet temamê gavên xwe li ser polîtîkaya sererastkirina şaşiyên Sûriyê biavêje û divê pişta xwe bide wan tewrên ku dê bibin felaketinan nû.Pêwîst di tu polîtîkaya xwe de ji DYE,YA û Rûsyayê bawer neke û qinyantiya xwe bi wan neyîne.Meseleya Sûriyê meseleya  navxwe ya Alema Îslamê ye”

“Ew endam û hakimên ku endamê FETO ne, wezîfe û rayeyên xwe li dijî wan kesên ku ne ji wan bûn wek çek û sileh bi kar anîn”

Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê mijara mexdûriyetên ku ji teref terorê darazê ve hatine jiyandin de wiha  hat destnîşankirin: “Ew endam û hakimên ku endamê FETO ne, wezîfe û rayeyên xwe li dijî wan kesên ku ne ji wan bûn wek çek û sileh bi kar anîn û wan kesên ku ne ji wan bûn wek dijminê xwe hesibandin.Bi vî awayî ew kesên ku endamên FETO bûn van kesên ku ew ji xwe re wek dijmin dihesibandin mexdûr kirin.Bi gotineke din terora darazê pêk anîn.Di bin wan qerarên ku bi wan  bi hezaran însanên bêsûc û bêguneh hatine girtin de îmzeya wan hakim û dozgerên ku endamên FETOyê ne hene ku ev hakim û dozger ji ber ku endamên şebekeya fesad û îxanetê ya FETOyê ne ji meslekê hatin îxraçkirin. Ji ber vê yekê divê mezlûmiyeta van kesên bêsûc û bêguneh yên ku ji teref van mîhraqan ve hatine mexûdrkirin bên dîtin.”

 “Ew qedexeya derketina derve ya li Şernexê dibe sedema îhlalên cîdî yên heqan û dibe sedema mexdûriyetên giran”

Di  berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de qala qedexeya derketina derve ya li Şernexê hat kirin û encamên vê qedexê wisa hat nirxandin: “Ew qedexeya derketina derve ya ku di 14ê Adara 2016an de li Şernexê hat îlankirin dibe sedema îhlalên cîdî yên heqan û dibe sedema mexdûriyetên giran.Li wê bajêra ku ji ber qedexê hewaya hepsê lê hakim e însan nikarin pêdiviyên xwe yên rojane tedarik bikin.Însanên bajêr bi pirsigirêkên mîna têketin û derketina bajêr, tedarikkirina xurekan û çûyîna nexweşxaneyan re rû bi rû dimînin.Ev pirsgirêkên mîna van li xelkê Şernexê heyatê kiriye wek dojehê.”

 “Ew kesên ku di şeva hinê de bombe teqandin û zêdetirê wê 55 kes kuştin, ji însanetîyê dûr ketine û tenê ji bo kuştinê dikujin”

Di derbarê êrîşên bombeyî û teqînên heyama dawî de jî wiha nirxandin hat kirin: “Ew rêxistinên ku derketin û armancên wan ji hev cûda ne weke ku di çalakiyan de li hev kirine hewil didin memleket bi ber alozî û qeyranê ve bikşînin û bi wan teqemeniyên bi tonan dibin sedem ku her carî bi dehan însan bimrin û seqet û birîndar bimînin.Ev kes di wê êrîşa şeva hinê ya li Entabê de bombe teqandin û zêdetirî wê 55 kes kuştin, ji însanetîyê dûr ketine û tenê ji bo kuştinê dikujin.Bi wan êrîşên bombeyî yên ku herî dawî li Cizîr, Hekarî û li Diyarbekirê hatin kirin tê xwestin ku Tirkiyê bixin mîna Sûriyê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir