• DOLAR 32.591
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2506.97
  • ...
Zarokên ku bi bombeyên PKKê hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber siyaseta çalan a PKKê bi deh hezaran malbat ji malên xwe bûn  û mecbûr man war û malên xwe terk bikin.Her wiha PKK di nava saleke dawî de bû sedema mirin û birîndarbûna  bi sedan Kurdî.Di nava van mirinan de tiştê herî bikovan û bi elem qerîna dayikên ku li ser zarokên xwe yên biçûk ên ku ji teref PKKê ve hatine kuştin de loranadin bû.

PKK di wê ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de jî zext û zordariyên xwe ji ser xelkê Kurd kêm nekir  û ji 23ê Tîrmeha 2015an vir ve di êrîşên ku li dar xist de bi dehan zarokên biçûk bi wehşîyane qetil kir.

PKKyê ku digel destpêka pêvajoya pevçûnê bû sedema mirina gelek zarokan bi heman awayî bi sedan zarokî derxist serê çiyan û wan zarokên ku an xapandin û an jî bi zorê deranîbû serê çiyan da kuştin.

Ji rexekî ve di wan êrîşên ku ji teref PKKê ve dihatin kirin de gelek siwîl jiyana xwe ji dest didan û bi sedan jî birîndar dibûn û ji rexê din ve jî şaxên PKKê yên sîyasî hewil didan ji ser van kuştinên ku PKKê kirine ranta polîtîk bi dest bixin.

Her weke ku tê zanîn di nava salekî de PKK bû sedema bi sedan birîndarbûn û kuştinên kesên siwîl.Ew zarokên ku bûn hedefa PKKê û hatin qetilkirin ji rojevê hatin daxistin, lê belê hawar hawara û şîn û girîna dêyên wan zarokan hêj dewam dikin.

Firatê 13 salî dema ku diçû nan bistîne bi bombeya PKKê hat qetilkirin

Ji navên kesên ku ji teref PKKê ve hatine kuştin ewil Firat Simpîlê 13 salî derdikeve pêş, Firat Simpîlê 13 salî dema ku li navçeya Farqîna Diyarbekirê ji mala xwe derketibû û diçû nan bistîne  bi teqemeniya PKKê hat qetilkirin.

Roja êrîşa ku hatibû kirin Firatê biçûk ji bona nan  bistîne ji mala xwe derketibû derve.Lê belê PKKyê ku berî niha li ber rê teqemenî bi cî kiribû di dema derbasbûna Firatî de teqemenîyê dabû înfîlakkirin û Firat hatibû qetilkirin.Di êrîşa ku hatibû kirin de kesekî siwîl jî birîndar bûbû.Ew Berkîn Elvanê ku di bûyerên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest da bi mehan hat axavtin, lê belê Firat Sîmpîlê ku ji teref PKKê ve hat qetilkirin hewil hat dayîn bê jibîrkirin.Sîyasetmedarên di parlamentoyê de jî ji êş û elema dê û bavê Firatî re bêeleqe man .Ew kesên ku ji bo Berkîn Elvan hisap dipirsiyan, PKKê di wicdanên xwe de jî nedarizandin.

Ji ber teqemeniyên ku li ser banên wan hatibûn danîn zarokek mir û yek jî birîndar bû

Di bûyera ku di 13ê Îlona 2015an de li navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat de  Tahsîn Urayê 9 salî jiyana xwe ji dest da.Ew teqemeniyên ku ji bo êrîşên PKKê hatibûn amedekirin di nava poşetekî de li ser banekî hat danîn.Lê ji ber ku zarok bi wê poşeta tijê teqemenî lebikîn teqemenî înfîlak kir.Ji ber teqînê Tahsîn Urayê 9 salî jiyana xwe ji dest da û zarokek jî birîndar bû.Her çi qas bê xwestin  bidin jibîrkirin jî ev cinayet di dîroka bi xwîn a PKKê de bi şerta jêneçûnê hatin nivîsîn.

Elîf Şîmşek hêj 9 salî bû

Di 27ê Îlona 2015an de li navçeya Bismila Diyarbekirê PKKyî êrîşeke bi roket kirin, di vê êrîşa ku hat kirin de berika roketê îsabetî maleke li Taxa Dumlupinarê kir.Di encama îsabeta berika roketê de Elîf Şîmşeka 9 salî jiyana xwe ji dest da û 5 kesên siwîl jî birîndar bûn.Ji ber ku zarokê ku miribû naskiriyê endamekî HDPê bû, PKK wek her car HDPê da pêş da ku li cenazê xwedî derkevin û hewil dan da ku berê bûyerê bidin rexekî din.

Helîna 12 salî di pevçûna PKKê de li kolanê hat qetilkirin

Di 12ê Cotmeha 2015an li navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku wê demê lê qedexeya derketina derve lê hebû, PKK bi bombeyên destan û bi roketan êrîşî hêzên ewlehiyê kirin.Ji ber êrîşa ku hat kirin Helîn şena 12 salî bû hedefa berikên PKKê û jiyana xwe ji dest da.Lê  belê çapemeniya PKKê wek her car kujerê Helîna 12 salî wek polês da nîşan dan û hewil da kuştina Helînê ji stûyê PKKê derbixe.Mirina Helîna biçûk bi propagandaya PKKê di demeke kurt de aht jibîrkirin.

Bebeka 3 mehî bi çekên lûle dirêj qetil kirin

Li Cizîra ku digel siyaseta çalan lê pevçûn rû dabûn jî PKK gelek qetlîam kirin, di 25ê Berfanbara 2015an  bebekeke 3 mehî li Taxa Sûrê bû hedefa berikên PKKê.Mîrayê 3 mehî  û qalê wî Remezan Înce jî bi vî awayî ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.Di êrîşa ku hat kirin de dêya Mîrayî jî giran birîndar bû.

PKKyê ku digel siyaseta çalan û pêvajoya pevçûnê carina rasterast û carinan jî nerasterast bû sedema bi dehan siwîlan, weke wan qetlîamên din çapemeniya xwe da pêş û vê qetlîama kir jî wek wan qetlîamên din xwest têxe stûyê dewletê.Lê digel temamê hewildanan ev rastî nehat veşartin Ango derket holê ku Mîrayê 3 mehî û qalê wî Remezan ji teref PKKê ve hatine qetilkirin.

PKKyê ku him dahatûya heremê û him jî heyeta zarokan dixe hedefa xwe,  di êrîşên xwe de sazîyên perwerdê jî xiste hedefa xwe.Di vê heyamê de PKK êrîş bir li ser gelek mekteb, xewgeh, Qursên Qur’anê û STKyên Îslamî.

Li mektebê teşebûsa qetlîamê

Di hinek êrîşên PKKê de facia hatin derbaskirin.Ji van tenê yek, êrîşa ku di sala 2016an de hat kirin.Di  22ê Çileya 2016an de PKK bombe avêt hewşa mekteba ku lê zarok amadehiya qarneyê dikirin.Di encama êrîşa ku hat kirin de 5 zarok birîndar bûn û mekteb qismen zirar dît.

Bombeya molotofê avêtin wan polên ku zarok lê perwerde didîtin

 Di 21ê Berfanbara 2015an de komek PKKyiyên rûyên wan nixumandî di ser Mekteba Vehbî Koç a ku li Taxa Kaynartepeya Diyarbekirê ye de girtin.PKKyiyên rûyên wan nixumandî Molotof û bombeyên bi destan hatibûn amadekirin avêtin polan.Di êrîşa ku wê rojê hatibû kirin de tiştek bi tu  kesî nehatibû, lê ji ber êrîşê di mektebê de agir derket.

Bi çekên lûle dirêj li ser Qursa Qur’anê ya şevîn

PKK di 14ê Îlona 2015an de li ser Qursa Qur’anê û telebeyên xewgehê de gule reşand. PKKyiyên ku Qursa Qur’anê ya ku girêdayê Miftîtiya Cizîrê ye xistibûn hedefa xwe, xwestin qetlîameke girseyî bikin.Di êrîşa ku hat kirin de gelek berik îsabetî dîwara Qursa Qur’anê kirin.Piştî êrîşa PKKê temamê zarokên qursê şandin malên wan.

Bi heman awayî PKKyiyan di 16ê Çileya 2016an de li Diyarbekirê êrîş birin li ser Dibistana Navîn a Nûrî Zekî.Di êrîşa PKKyiyan de mekteb bi molotofan ve hat şewitandin.

Li Çinarê bebek hatin qetilkirin

PKK li navçeya Çinara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek li dar xist.Êrîş di wextê şeveqê de hat kirin.Di dema êrîşa ku hat kirin de malbata Açokgoz di xew de bûn û mala wan dema ku ew di xew de bûn di ser wan de hate xwarê.Di bûyerê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.Di êrîşa PKKê ya bombeyî de Mewlûda Îrema 5 mehî, Ecrîn Açikgoza yek salî û Sadiq Efe Açikgozê 5 salî û bavê van zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li Silopiyê bi bombeya PKKê zaroka 4 salî jiyana xwe ji dest da û bebeka 6 mehî jî birîndar bû

PKKyê ku li navçeya Silopiya Şernexê bi çalên ku veda bû xelkê ji malên wan kiribû, bi bombeyên ku li sikak û kolanan diteqand bû sedema mirina.Di Gûlana 2016an de PKK li nêzî cihekî gogê di bin kapaxa rogarê de teqemenî bi cî kir.Ji ber teqîna vê bombê zarokekî 4 salî û 4 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.Di nava wan kesên ku birîndar bûn de bebeke 6 mehî jî hebû.

Bi berikên hewanên ku PKKyî avêtin 2 zarok mirin

Di 9ê Tîrmeha 2016an de PKKyiyan  li navçeya Çelêya Hekariyê êrîş birin li ser  Fermandariya Tugaya Hudûda 2yemîn.Di êrîşa ku hat kirin de berikeke ku PKKyiyan avêti îsabetî otomobîlekê kir.Di êrîşê de Doganê 12 salî û Vîyan Kanatê  5 salî jiyana xwe ji dest dan.

Ew sîyasiyên ku niçikên PKKê yên ku bi li ser girtinên qetlîamên PKKê wezîfadar in, vêcarê di derbarê vê qetlîamê de daxuyaniyek nedan û rû nedîtin ku biçinşîna wan kesên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.

Şivanê 14 salî qetil kirin

PKKyê ku qet navber neda qetlîamên xwe vêcarê di  Tîrmeha 2016an de bû sedema mirina şivanekî 14 salî.Li Dîyadîna Agiriyê, Fettah Erdemê 14 salî yê ku şivatî dikir di Tîrmeha 2016an de bi teqemeniya PKKê jiyana xwe ji dest da.

Bi êrîşa bombeyî malbateke sehê qetil kirin

Dema ku dîrok bû 10ê Tebaxa 2016an PKK vêcarê xwe  li navçeya Sûra Diyarbekirê nîşan da. PKK vêcarê li nêzî Pira Dehçav êrîşeke bombeyî li dar xist û di vê êrîşê de ji heman malbatê 5 kes jiyana xwe ji dest dan.Oguzê 8 salî û Ceylînaza 3 salî jî di nava van kesên ku  bi bombeya PKKê hatin qetilkirin de bûn.

Dîsa di êrîşeke bi wesayîta bombeabrkirî yê ku ji teref PKKê ve li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Qosera Mêrdînê hat kirin de bi dehan kes birîndar bûn.Di heman êrîşa PKKê de Asli Aydemîra 13 salî û bav  Rifat Aydemîr jî jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa bombeyî ya ku di 15ê Tebaxa 2016an de li xala polêsan hat kirin de Huseyîn Utkuyê 5 salî jî di nava 7 kesên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin de bû.Lê  belê ev zaroka ku aht qetilkirin jî nehat dîtin û di rojevê de qet qala wê nehat kirin.

Ev êrîşên ku heta îro ji teref PKKê ve hatin kirin ne yên ewil ne jî yên dawî bûn.PKKyê ku îddîa dike li ser navê Kurdan şer dike û ji vê digihije qetlîamên xwe yên li dijî zarokên Kurdan domand.

PKK gefê li malbatên zarokan xwar da ku li ser cinayetên zarokên bên girtin

PKKyê ku  hewildanên manîpulatîf ên niçika xwe sîyasî ya ku wan bi sergirtina qetlîamên xwe wezîfedar kiribû kêm û hindik didît,  ji bona qetlîamên ku kirine têxe stûyê dewletê gefê li malbatên zarokên ku qetil kiribû xwar.

Sabrî Sîmpîlê ku bavê Firat Sîmpîl e, di meha Çileya 2016an de daxuyaniyeke çapemeniyê dabû.Sîmpîl di daxuyaniya ku dabû de destnîşan kiribû  PKK gefan li wan dixe û ji wan dixwaze ku dewletê wek sûcdarên qetlîaman nîşan bidin.Sîmpîl di berdewama daxuyaniya ku dabû de her wiha destnîşan kiribû hinek malbat ji ber van tehdîdên PKKê mecbûr mabûn ku bibêjin zarokên wan ji teref dewletê ve hatine kuştin.Lê belê di vîdyoyên ku derketin holê de derket holê ku cinayetên zarokan ên ku qalên wan tê kirin  ji teref PKKê ve hatine kirin.

Êrîşên DAIŞê dixin rojevê da ku wehşeta PKKê bidin veşartin

 PKKyê ku li Kurdistana Sûriyê di bin navê YPGê de ji DYE û Xerbê re wek hêzên erdê dixebite, ji bo bibe meşrû êrîşên DAIŞê derdixînin pêş.Lê belê ev êrîşên ku ji teref PKKê ve di van pêlên dawî de tên kirin wek ên DAIŞê ne.

“Zaiyata ku di rêya şoreşê de tê qebûlkirin”

PKKyê ku di van pêlên dawî de wek DAIŞê êrîşên xwekujiyê, yên bi wesayîta bombebarkirî , di rêbejan de bivcîkirina teqemenîyan bi kar tîne;  bû sedem ku bi dehan Kurd bimrin  û dîsa bû sedem ku bi sedem Kurd birîndar bibin.Xerb û kesên ku di bin fermanê wan de ne van çalakîyên PKKê yên mîna DAIŞê nabînin  û DAIŞê wek şaytan didin nîşan dan. Ev Xerb û kesên ku di bin fermanên wan de ne û ji êrîşên DAIŞwarî yên PKKê re û qetilkirina zarokên ku ji teref PKKê ve tên qetilkirin re qet deng dernaxin.Ev kesên ku di her firsetê de xwedî li PKKê derdikevin di daxuyaniyên ku  didin da di derbarê van qetlîamên ku tên kirin de îfadeyên mîna “Zaiyata ku di rêya şoreşê de tê qebûlkirin” tînin ziman.Ev gotin bi tena serê xwe jî nîşan dide ku ev kes  xwedîyê zihniyeteke çi qas bi xeter û bi tehlûke ne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir