• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Dê ev zulm heta kû derê bidome"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mehkûmên ku ji ber xizmetên Îslamî di salên 90an de ji teref polêsên ku endamê FETO/PDYyê ne ve hatine binçavkirin Serokatiya Bajarê Agiriyê ya HUDA PARê ziyaret kirin. Di ziyaretê de mexdûriyetên xwe anîn ziman.

 Ji malbatên mexdûran Semîha Demîr diyar kir ku mêrê wê Yasîn Demîrê ev nêzî 16 salan ku di girtîgehê de ne diyar kir ku daxwaziya wan ew e ku dawî li vî cezaya dane mêrê wî were.

Demîr wiha axivî: “Çendîn sal e ku mêrê min bê sûz û guneh di nabeyna 4 dîweran de wek girtî dimîne. Zarokên min di hesreta dîtina bavê xwe de mezin bun. Wek qurbanên zulma FETO em dixwazin ku edalet pêk were. Xebera tehliyekirina 38 mehkûman me jî hêvîdar kiribû û ji me re jî deriyekî hêviyê vekiribû. Dûvre dema ku me bihîst ku ev yek di bergeha cezaya mêrê min de nîne. Ji ber vî yekê em pir xemgîn bûn. Di nav kesên ku hatine tehliyekirin de diz, xespker hene. Lê mêrê min ê ku bes ji bo rizayê xweda dema ku ji bi xebatên Îslamî dixebitiya ji vî yekê sûdê nabîne.”

 “Dê ev zulm heta kû derê bidome?”

Demîrcî destnîşan kir ku digel hewldana wan ew nikarin dengê xwe bidin sehkirin. Dûvre Demîrcî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku dengê me were bihîsti nqey divê ku em jî li ber meclîs xwe bişewitînin. Dê ev zulm heta kû derê bidome? Em darizandinekî adilane dixwazin. Em dixwazin ku ji nû ve dosayayên wan werin vekirin.”

 “Em ji kesî daxwaziya efûyê nakin”

Şefîka Ozmena ku mêrê wî ya bi navê Nîhat Ozmanê jî ji mexdûrên ku saziya paralelê wan mexdûr kiriye ye. Ozman destnîşan kir ku ji xeynî islehkirina civakê tu derdê mêrê wê tunebûye. Dûvre Ozmen wiha pê de çû: “Bes ji ber nasname û jiyana wî ya Îslamî ew hat girtin. Em bes dixwazin ku ev darizandin bi şiklekî adilane pêk were. Em ji rêvebiran tezmînatê jî naxwazin. Em dixwazin ku edaletê direng maye pêk were.”

 “Bi xizmetên xwe bûne hedefa saziya paralelê”

Serokê Bajarê Agirî yê HUDA PARê Şaban Gokhan di derbarê mijarê de axivî. Gokhan diyar kir ku pêvajoya 28ê Sibatê û operasyonên di salên 2000 an de kesên ku xizmetên Îslamî pêk tanîn hatiye kirin.

Gokhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêvajoya 28ê Sibatê ji bo hemî Mislimanan heyama zulmê bû. Di vî pêvajoyê de Misliman wek hedef hatin hilgirtin. Îşkence li wan hat kirin dijî wan qumpas hatine lidarxistin. Bi van xizmetan bûn hedefa saziya oparalel. Wek HUDA PAR me vî yekê her tim anî ziman. Lê mixabin qak pêşe bi gitinên me nekirin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir