• DOLAR 32.569
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2435.785
  • ...
Hewl hat dayîn ku wê li nexweşxanê binçav bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serap Elhakan Ulsena ku di sala 2000an de ji teref hakim û dozgerên FETO/PYDê ve jê re ceza hatibû dayîn ji ber ku ducanî bû çûye nexweşxanê ji teref polêsan ve hewl tê dayîn ku were binçavkirin.

Hat ragihandin ku polês ji bo nexweşî li nexweşxanê bendewar in û xizmên Ulsenê ji bo ku cezaya wê ya înfazê were taloqkirin hewl didin.

Ulsen di derbarê mexduriyetên xwe de ku ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir ku wê ji ber endîşeya girtinê 2 zarokên xwe ji ber kiriye.

Ji ber endîşeya girtinê 2 zarokên xwe j iner kir

Ulsen diyar kir ku ji teref hakim û dozgerên ku endamê FETO/PYDyê ne ve wek ceza 6 sal û 3 meh jê re hatiye dayîn. Ulsen wiha li axavtina xwe zêde ki: “Di sala 2000an a ku min wê çaxê dersê Qur’ana Pîroz wek ders dida de di sergirtin li ser mizgeftê de hat kirin. Ji ber vî serdegirtinê êdî min nekarî ez biçim mizgeftê. Min nedizaniya ku ji bo çi li pey min in. Ji teref polêsan li ser malên xizmên min de serdegirtin çêbûn. Li ser min û malbata min zext çêbûn. Di sala 2006an de dema ku ez li malê bûm di ser malê de girtin. Bi bmsaiya şertê darizandinê ya vekirî min bserbest berdan.”

 “Me wek mad, û manewî perîşan kirin”

Ulsen diyar kir piştî ku keça wê bûye 5 salî dûvre wê bavê xwe nas kir. Dûvre Ulsen wiha li axavtina zêde kir: “Dema ku qîza min 10 mehî bû mêrê min ji ber xizmetên Îslamî hat girtin. Dema ku cezaya min hat pejirandin mêrê min girtî bû. Ji ber cezaya min ez û qîza min neçûn dîtina mêrê min. Piştî ku mêrê min ji girtîgehê derket qîza min a ku wê çaxê 5 salî bû bavê xwe nas kir. Qîza min niha 8 salî ye û ji ber cezayê ez nikarim wê bişînim dibistanê. Serokkomar Erdogan çendîn sal e dibêje; ‘keçikno werin dibistanê’ lê qîza min hêj jî dest bi dibistanê nekiriye. Derûniya qîza min xirab bûye.”

 “Ez dê ji kesên ku vî musîbetê ji ser serê min ranekin gilîdar bibim”

Ulsen wiha pê de çû: “Kesên ku vî yekê anîne serê min polês, dozger û hakimên FETO ne. Dozgera ku par ji ber welidîna min infaza min dirêj nekiribû niha bi hinceta FETO di hindir de ye. Di derheqê dayîna dersê Qur’anê de belegeya min heye lê dîsa vî yekê anîn serê min. Di 15ê Tîrmehê de teşebusa derbeyê çêbû. Şeva derbeyê jin û mêr hekes derket derve. Ez jî digel ducaniya xwe derketim derve. Heke vî musîbetê ji ser serê min ranekin ez dê ji wan kesan gilîdar bibim.”

Her wiha dergûşa Ulsenî ya ku bi sezaryanê jê hatiye sitandin ji ber nexweşiya kezebê di unîteyê de tê girtin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir