• DOLAR 32.446
  • EURO 35.2
  • ALTIN 2330.115
  • ...
Armanca êrîşên wesayîtan ên bombeyî ew e ku qaos pêk were
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê serokên partiyên siyasî ji êrîşên bombeyî re bi tûndî bertek nîşan dan û bal kişandin ku ev êrîş di çarçova armanca sîyonîzm û emperyalîzmê de tên lidarxistin da ku li Tirkiyê qaos pêk were.

Serokên partiyên siyasî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê anîn bibîranîn û di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn. Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu jî diyar kir ev bombeyên ku li ciyên siwîl dijîn tên teqandin bi tu wechê nayên qebûlkirin.

 “Ev êrîşên ku tên lidarxistin rasterast zirarê didin gel”

Şeyhmus Tanrikulu anîn bibîranîn ku li ser rêya Diyarbekir-Bismîlê êrîş li noqteya qontrola polêsan hatibû kirin. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di encama êrîşê de gelek însan birîndar bûn. Hêj jî kesên ku tên tedawîkirin hene. Mijarekî din di hawîrdora ku teqîn pêk hat de karkerên petrole jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîşên ku li navendên bajêr tên lidarxistin ji xwe re însanên siwîl hedef digire. Ev êrîş ewlehiya canê însanan dike hedef. Kî van êrîşan li dar dixe bila bixe em van şermezar û tel’îl dikin.”

 “Di Çareseriya Kurd de wezîfêyen Serokkomar û hikûmetê pir in”

Tanrikulu destnîşan kir ki ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan wezîfeyên Serokkomar û hikûmetê pir in. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku xetayên di pêvajoya çareseriyê de hatine kirin dev jê werin berdan. Ders ji van xetayan were hilgirtin û ji bo ku pirsgirêka Kurdan bi şiklekî sererast were çareserkirin bi hemî sazî û bi taybet partiyên sîyasî, rîsipî re hevdîtin were kirin û pirsgirêka Kurdan were çareserkirin. Em hemî di bin mesuliyeta vî yekê de ne.”

Her wiha Tanrikulu diyar kir pêwîst e ku hikûmet gelê ku dûçarê êrîşa rêxistinê dibe biparêze. Ji xeynî canê gel mal û milkên wan jî werin parastin. Lewra ev ji xwe wezîfeya hikûmetê ye.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê Partiya Saadetê Fesîh Bozan jî diyar kir ku armanca van êrîşên ku tên lidarxistin ew e ku Tirkiye têkeve qaosê.

Bozan ragihand ku senarîstên bûyerên li Tirkiyê sîyonîst Îsraîl û DYE ye. Dûvre Bozan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev gav ji bo ku welat têkeve qaosê ye. Dema ku mirov li bûyeran binêre dê bê zanîn ku ev bûyerê ji teref hinek kesan ve tên lidarxistin. Tu bûyer ji nîşkave derneketiye. Ev bûyerê tên plankirin û qonaxên van bûyeran hene. Di serî de demezrandina Îsraîlê. Divê ku em vî yekê bînin bibîranîn. Rastî di erdnîgara Îslamê de senarîst Îsraîl heye. Sîyonîzm e. Kirdeyên vî yekê jî Ewrûpa û DYE ye.”

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê Hak-Parê Vasif Kahraman bal kişand ku armanca van êrîşan ew e ku Tirkiyê bikêşin nav qaosê û hewl tê dayîn ku cara duyemîn teşebusa derbeyê lidarbixin.

Kahraman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heyama ku derbas bû da nîşanê me ku ev êrîş ji paşerojê re zemîn hazir dike. Di rewşekî wiha de divê ku hikûmet pirsgirêkên xwe yên di nav xwe de çareser bike. Di serê van pirsgirêkan de jî pirsgirêka Kurdan heye. Çareserkirina pirsgirêka Kurdan ew e ku nîvê pirsgirêkan dê hel bibe. Dema ku vî yekê dike makeqanûnekî amade bike ku di nav wê makeqanûnê de xwe bibînin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir