• DOLAR 32.368
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2325.136
  • ...
"Ji bo bidestxistina asta şaristaniyên hemdemî îcraet lazim e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Pira Yavuz Sultan Selîm a ku dirêjaya wê 215 km ye û di cîhanê de firehtirîn pira hilawistî ye de axivî. Erdogan wiha diyar kir: “Ji bo ku beriya me bidin girtin bi taybet div an 3 salên dawî de em dûçarê êrîşan bûne. Lê di gel vî yekê em rêya xwe didomînin.”

Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman, Serokwezîr Bînalî Yildirim, wezîr, Abdullah Gul, Ahmet Davutogluyê serokwezîrê kevin, Serokê Serkantiya Giştî Orgeneral Hulusî Akar û serdarên hêzan û parlementer beşdarê vekirina Pira Yavuz Sultan Selîm a ku dirêjaya wê 215 km ye û di cîhanê de firehtirîn pira hilawistî bûn.

Her wiha Qralê Bahreynê Hamed bîn Îsa Al Halîfe, Serokê Lijneya Serokatiya Bosna Hersekê Bakîr Îzzetbegovîç, Serokkomarê Makedonyayê Gjorge Lvanov, Serokkomarê KKTCyê Mustafa Akinci, Serokwezîrê Bulgarîstanê Boyko Borîsov, Serokê Meclîsa Neteweyiya Azerbaycanê Oktay Asadov, Serokwezîrê Eyaleta Pencapa Pakîstanê Şahbaz Şerîf, Alîkarê Serokwezîrê Sirbîstanê Rasîm Ljajîc, Alîkarê Yekemîn ê Serrokwezîrê Gurcîstanê Dîmîtrî Kumsîsîhvîlî û gelek mêvanên din beşadarê bernameyê bûn.

Merasîm bi tîlaweta Qur’ana Pîroz hat destpêkirin û merşa îstîklalê hat xwendin. Dûvre Serokkomar Recep Tayîp Erdogan di bernamê de axivî. Erdogan diyar kir ku ji bo bidestxistina asta şaristaniyên hemdemî îcraet lazim e. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em kêfxweş in ku dostên xme yên heqîqî di rojên tengasî û firehiyê de jî cem me ne.”  (ÎLKHA) 































Bu haberler de ilginizi çekebilir