• DOLAR 32.519
  • EURO 34.799
  • ALTIN 2421.491
  • ...
Êrîşa li Cizîrê hevkariya FETO/PKK dide nîşandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di têketina Amîrtiya Yekîneya Hêzên Çevîka Midûrtiya Ewlehiya Cizîrê de bi qamyona hefriyatê ya bombeyî êrîş hatibû lidarxistin û di encama êrîşê de 11 polês jiyana xwe ji dest dabû 4ê wî giran herî kêm 78 kes jî birîndar bûbûn.

Her wiha di encama teqînê de gelek avahiyên li herêmê xisarê dît û gel jî ji ber tûndiya teqînê pirr tirsiyabû. Hêj gelê navçeyê trewmaya qedexeya derketina derve ya ku ji 14m Berfanbara 2016 an de dest pê kiribû nehatibû avêtin gel bî vî êrîşê re dûbare trewma û diltirsiyekî mezin jiya.

Êrîşa ku wek bombeyî li Amîrtiya Yekîneya Hêzên Çevîka Midûrtiya Ewlehiya Cizîrê hat lidarxistin û di encama êrîşê de 11 polês jiyana xwe ji dest dabû 4ê wî giran herî kêm 78 kes jî birîndar bûbûn hûrgilî didin nîşandan ku hevkariya FETO/PKK bi hev re heye.

Gor agahiyên ku ÎLKHA bidest xistiye şeva hewldana derbeya 15ê Tîrmehê balafirên ku personelan dibe û tîne ji Balafirgeha Meletî hatiye Balafirgeha Şerafettîn Elçî. lê wî şevê Waliyê Şernexê pîstê da asêkirin û destûr neda ku ev balafir xwe dayne.

Ji ber ku wê şevê pîst hatin asêkirin balafirgeh nekarî xwe dayne û dûbare zivirî. Dê wî heyamê de 300 tîmên hêzên taybet ji Tugaya Komandoya Cendirmeyan a 1 emîn a Şernexê jo bo hatina li Cizîrê ketibû rê. Tîm bi wesayîtan li ber avahiya hêzên çevîkê ya ku doh dûçarê êrîş bû sekinîbûn. Ji berk u polês û gel dijî hewldanê micadele kirin tîmên hêzên taybet dûbare zivirîn yekîneyên xwe.

Êrîşa ku wek bombeyî doh di saet 06.45an de li Amîrtiya Yekîneya Hêzên Çevîka Midûrtiya Ewlehiya Cizîrê hat lidarxistin baldar e. Wekê ku tê bibîranîn piştî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin lêpirsîn hat destpêkirin û di bergeha vî lêpirsînê de 384 leşker hatibûn girtin. Di nav van kesên girtî de 2 serheng, 4 yarbay û 5 serdar jî hebûn.

Her wiha piştî êrîşa ku li Şavşata Artvînê  li konvoya Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu hat kirin rojnamevan Ergun Babahanê ku têkiliya wî bi FETO/PKK re heye wek; ‘kesên ku piştgirî didin faşîzmê dê bedel bidin. Kiliçdaroglu jî ji van yekî ye. Ev destpêk e.’ daxuyanî dabû. Ev yek jî pir balkêş e.

PKK jî îfadeyên Babahanî teyit kir û êrîşa ku li konvoya Kiliçdaroglu û ya li Cizîrê jî girt ser xwe. Ergun Babahanê ku ji ber îfadeyên hanê ya ku li ser malpera medyaya civakê diyar kiribû di derheqê wî de biryara binçaviyê hatibû dayîn. Hat tespîtkirin ku Babahan reviye derveyê welat.

Her wiha di derbarê êrîşa ku li Cizîrê hat lidarxistin de hûrgiliyên nû derketin holê. Li Taxa Konakê ya ku ev êrîş pêk hat Konaxa Qeymeqamtiyê, Midûrtiya Herêma MÎTê, Midûrtiya Ewlehiyê, Avahiya Hêzên Çevîkê, Avahiya KOMê, lojmanên polêsan û Fernadariya Cendirmeyan hene û di têketin-derketina vê derê noqteyên kontrolê yên polêsan heye. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir