• DOLAR 32.324
  • EURO 35.14
  • ALTIN 2298.099
  • ...
SON DAKİKA
Serokkomar Erdogan di derbarê êrîşa li Cizîrê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê êrîşa ku li Midûrtiya Ewlehiya Navçeya Cizîrê wek bombeyî hat lidarxistin de daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Ez êrîşa ku linavçeya Cizîra Şernexê li li Midûrtiya Ewlehiya Navçeya Cizîrê wek bombeyî hatiye lidarxistin şermezar dikim û êrîşkeran tel’în dikim.” Dûvre di daxuaniyê de ji polêsên ku di encama êrîşa ji teref PKKê ve hat kirin de rehmet û birîndaran re şîfa hat xwestin û serxweşî li malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane hat dayîn.

Serokkomar Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Cizîr navçeya me ya xezî ye ku rêxistina dabeşker li wir çal veda gelê me rû nedayê. Rêxistina ku ji gel rû nedît bi van êrîşan hewl dide ku hebûna xwe bide nîşandan. Di heyama hanê ya ku Tirkiye him li nav welat û him jî ji derveyê welat de bi rêxistinên terorê re tekoşîn dike de ev êrîş wek welat û milet qerardariya me zêde dike.”

Serokkomar Erdogan êrîşên hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, ya li Dîlokê û ya ku li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogli hat kirin anî bibîranîn û destnîşan kir ku dê tekoşîna u dijî van êrîşan tê dayîn dê ser bikeve. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir