• DOLAR 32.511
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2447.897
  • ...
 "Em ji bo ku dinya û axreta xwe xelas bikim Qur'anê hîn dibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Telebeyên ku li navçeya Qosera Mêrdînê diçin Qursa Qur’anê ji bilî xwendina Qur’anê ilmên siyer, fiqih û yên mîna van hîn dibin.

Abdulletîf Bakşîogluyê ku li Mizgefta Suphanê melatiyê dike di derbarê mijarê de pend û şîretên girîng da.

Nakşîoglu di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir di Îslamê de perwerdeya zarokan pir girîng e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha 45 telebeyên min hene.Ez ji bilî dersa Qur’anê, ilmên siyer, fiqih û yên mîna van didin wan.Zarok bi şikleke hesan, xweşik û zû hîn dibin.Ev yek jî min kêfxweş dike.”

Nakşîoglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li vê esrê gelek tehlûkê li ber zarokan hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber van tehlûkeyan pêwsît e pêşî terbiye û edeba Îslamî ji zarokan re bê dayîn. Ez li ser vê yekê gelekî radiwestim.Heger em zarokan bêxwedî bihêlin dê zû xira bibin.Ez her tim ji malbatên zarokan re dibêjim.Ji wan zarokên xwe yên ku ji Xweda Teala ji me re emanet in re em îxanetê nekin.Ger ku em li wan xwedî dernekevin dê gunehên wan têkeve stûyê me.Ger ku dê û bav li zarokên xwe xwedî derneyên, dê rojek bê ew ê ew zarok ji dê û bavên xwe re nifiran bikin.”

Ji bilî seydayê mizgeftê telebeyên mizgeftê jî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew ji bona bextewariya dinya û axretê Qur’anê hîn dibin .(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir