• DOLAR 32.37
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2325.463
  • ...
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîtiya Şernexê ragihand ku teqînê li Cizîrê pêk hat bi qamyona hefriyatê ya ku ji teqemeniyê dagirtî bûye hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş di saet 06.45an de ji teref PKKê ve li avahiya amîrtiya yekîneya çewîk a midûrtiya ewlehiyê bi qamyona hefriyatê ya ku ji teqemeniyê dagirtî bûye hatiye lidarxistin.

Di encama êrîşa bombeyî de 11 polês jiyana xwe ji dest dan û 3yê wî siwîl bi tevahî 78 kes jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku rewşa 4 birîndaran xedar e.

Di domahiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 5 birîndar li Zanîngeha Dîcleyê, 4 birîndar Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatine sewqkirin. Dermankirina 2 birîndarên me li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê didome.” (ÎLKHA)

 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir