• DOLAR 32.377
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2325.811
  • ...
Ji kesên ku qurban distînin an jî difroşin re hişyariyên girîng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta nêzikbûna Îda Qurbanê Midûrê bajêr ê Zad Xurek û Heywandariyê ya Diyarbekirê Mustafa Ertan Atalar hişyarî û pêşniyazên girîng da. Her wiha Atalar bal kişand divê ku heywanên ji bo qurbanê tên diyarkirin ji aliyê tendirustiyê ve kêmasiya wan tunebe.

Atalar diyar kir ku wî wek Midûrê bajêr ê Zad Xurek û Heywandariyê ya Diyarbekirê di derbarê vî yekê de dest bi xebatê kiriye. Dûvre Atalar wiha axivî: “Di derbarê vî mijarê de qurban îbadetekê girîng e. ji ber vî yekê divê ku di derheqê vî mijarê de ji bo ku kêmasî tunebe hewl bê dayîn. Em di derheqê mijarê de berê agahî didin û di heman mijarê de ji teref midûrtiya me ya bajêr ve ev yek tê teqîbkirin.”

 “Ji bo heywanên ku dişînin derveyê bajêr pêeîstiya guharan heye”

Atalar ragihand ku ji bo heywanên ku dişînin derveyê bajêr pêeîstiya guharan heye. Dûvre Atlar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku guharê heywanê hebe tê zanîn ku xwediyê heywanê kî ye û agahiyên di derbarê cinsa heywanê û derziyên ku li wan hatine dayîn de diyar in. Ji ber vî yekê hebûna guharê girîng e.”

“Pêwîst e ku delîlên neqla rê hebin”

Atalar bal kişand heke rapor û guharên  heywanên ku ji bo derveyê bajêr tên şandin tunebe dê him ji xwediyê heywanan û him jî ji xwediyê wesayîtan re ceza bê birîn. Dûvre Atalar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku him xwediyê heywanan û him jî kesên ku tacirtiya vê yekê dikin di derheqê mijarê de hişdar bibin. Pêwîst e ku delîlên neqla rê hebin.”

Atalar wiha dawî li axavtina xwe anî: “Wek sazî em li vir karûbarên ku di derheqê mjarê de tên kirin teftiş dikin. Ji bo şerjîkirinê heke ku derên minasib tunebe em destûr nadin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir