Temamê encamên îmtîhanên berê bila bên vekolînkirin
Perwerdeker Yahya Ograş di derbarê encamên îmtîhanên berê de nirxandinan kir xwest ku temamê encamên îmtîhanên berê bên vekolînkirin.
Perwerdeker Yahya Ograş di derbarê encamên îmtîhanên berê de destnîşan kir îxtîmaleke mezin e ku rêxistina parelel di îmtîhanên ku berî niha hatine kirin de hîle kiribe, ji ber vê yekê pêwîst e ku temamê encamên îmtîhanên berê bên vekolînkirin.
Ograş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, KPSSya 2010an ji ber hîleyan hatibû îptalkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê hîleya ku berî niha hatiye kirin îxtîmal e di temamê îmtîhanên din ên ku hatine kirin de jî bêûsilî hatibe kirin.Ji ber vê yekê divê temamê encamên îmtîhanan bê vekolînkirin.”(ÎLKHA)