• DOLAR 32.354
  • EURO 35.131
  • ALTIN 2304.141
  • ...
Ewladê malbata ku ji Şernexê koç kiribû di êrîşê  Dîlokê de mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdulhamît Anliyê 8 salî yê ku malbata wî ji ber siyaseta çalan û tûndiyê ji Şernexê koçê Entabê kiribû. Abdulhamît di êrîşa ku wek bombeyî li Entabê hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da.

Muzaffer Anliyê kekê Abdulhamîtî ji ÎLKHAyê re qala serpêhatiyên xwe ya wê şeva êrîşê kir. Anli diyar kir ku birayê wî piştî tehqîqata testa DNAyê hatiye tespîtkirin.

Kek Anli wiha axivî: “Li taxa me daweta Berwariyan hebû. Em di dawetê de hinekîî sekinîn. Dûvre nerehetiyekî têket nav min. Ez ji ber nerehetiya xwe ji dawetê veqetam. Piştî dû deqan dengê teqînê hat. Dûvre em dîsa hatin wir. Li wir kesên ku serê wan ji wan ketibû, yên ku perçe perçe bûbû min nezanî ku ez çi bibêjim.”

 “Me piştî çend rojan birayê min dît”

Anli diyar kir ku wan piştî teqînê li her nexweşxanê li pey birayê xwe geriyane. Anli diyar kir ku çendîn caran testa DNAyê ji dayîka wî girtine lê encax doh cinazeya wî dîtine.

Anli axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Em çûn serdozgeriyê. Zarokekî yê bi navî Husam Cumayê ehlê Sûrî miriye. Testa DNAyê kirine. Wek birayê mine w derketiye. Lê dayîka min got; ‘ew lawê min nîne’. Li nexweşxaneya zanîngehê zarokekê din jî hebû. Dema ku dayîka min wî dît got; ‘ev lawê min e’. Dûvre me wî tespît kiriye.

 “Em ji şerê revîn dûçarê şerekê din bûn”

Kek Anli ji ber xemgîniya xwe diyar kir ku êdî ciyê wan li vî dinyayê tune. Dûvre Anli wiha li axavtina xwe zêde kir: “Derûniya dê û bavê min xirab e. Ew qet baş nînin. Bavê min dîn bûye. Nizane ku çi dibêje. Êrîşên ku tên lidarxistin dereînsanî û wehşiyane ne. Em ji şerê revîn dûçarê şerekê din bûn.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir